Klîba hunermendên Kurd a ji bo 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Hunermendên Kurd, ji bo bîranîna 17 gerîlayên ku di êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, klîbek amade kirin.

Di pêşengiya yek ji damezrînerê Koma Amed Merdan Zirav de strana ku gerîlaya bi gaza kîmyewî şehîd bû digot, ji bo bîranîna 17 gerîlayên bi gaza kîmyewî şehîd bûne ji aliyê komek hunermend ve hate gotin.

Strana bi zaravayê Soranî ku gerîla beriya bi gaza kîmyewî şehîd bikeve di şikeftekê de digot, piştî şehadeta 17 gerîlayan ji raya giştî re hatibû parve kirin.

Hunermendên ku di bandora wê gerîlayê de man xwestin dengê xwe tevlî dengê wê gerîlayê bikin û bi vê stranê peyamekê bidin.

Hunermendên ku bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya pergala Navneteweyî hatin ba hev strana ku gerîlaya şehîd digot ji bo bîranîna 17 gerîlayan xwendin.

Hunermendan bi vê helwesta xwe dane xuyakirin ku ne stran ne jî têkoşîn wê qet nesekine.

Vîdeoya vê xebata hunermendan di Televîzyona Med Muzîk Tv û qenala wê ya Youtube de kete weşanê.