Hunermend Sabir Kurdistanî li Kerkûkê di salvegera wefata xwe de hat bîranîn

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê hunermendê navdarê Kurd Sabir Kurdistanî hat bîranîn.

Hunermend Sabir Kurdistanî sala 1955’an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye, di biçûkatiya xwe de ji ber bikaranîna xelet ya rêbazê çareseriya nexweşî, çavên wî kor dibe. Kurdistanî 3 keç û kurekî wî heye, sala 1970’an cara yekem li dibistana Îmam Qasim ya Kerkûkê di merasîma pîrozbahiya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê de stran gotiye. Ji wê demê jî karî xwe wek stranbêjekê bide nasîn. Sala 1971’an yekemîn stranê xwe li kanala TV ya Kerkûkê tomar kir û sala 1972’an jî stranek din bi dengê Kurdî li Bexdayê tomar dike.

Bi dehan stranên Kurdistanî hene ku bi xwe di hevpeyvînên xwe de digot ku piraniya stranên wî bûyereke rasteqîn e li pişt wan heye, bi taybetî wan stranên ku gotinên wê bi xwe nivîsandiye.

Hunermendê navdar Sabir Kurdistanî di dawiya Tîrmeha 2020’an de bi şewba koronayê ket û piştî 10 rojan li nexweşxanê dimîne diçe ser dilovaniya xwe. Cenazeyê wî anîn û li goristana Rehîmava ya Kerkûkê bi merasîmekê ku tê de hunermend, berpirsên siyasî û kesayetiyên bajarê Kerkûkê beşdar bibûn, hatibûn weşartin.

Vê êvarê saet 6:30’an li bajarê Kerkûkê bi minasebeta yekemîn salvegera wefata hunermend Sabir Kurdistanî merasîmek yê bîranînê bi pêşengiya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê şaxa Kerkûkê li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê hat lidarxistin.

Gelek hunermend û kesayetî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de hunermendên amade stranên hunermend Kurdistanî pêşkêş kirin.

Têkildarê merasîma bîranînê berpirsê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê şaxa Kerkûkê Sîrwan Omer ji ANF’ê re axivî û got: “Îro em Sendîkaya Hunermendên Kerkûkê di salvegera wefata hunermend Sabîr Kurdistanî merasîmek li dar xistiye, ya îro me pêkanî xizmetekî biçûk e li beramberî ev xizmeta mezin ya wê hunermendê mezin e ku ji bo bajarê Kerkûkê û hunera Kurdî kiriye.”

Omer di dewama axaftina xwe de bal kişande ser bîranîna hunermendan û wiha pêde çû: “Mamoste Sabîr Kurdistanî di hêla meqambêjî, nivîsandin û gotina stranan de pir mezin û berhemdar bû. Em bibîranîna wî weke erkekê li ser milê xwe dizanin. Ji bo pêşerojê planê me heye ku ji bo hunermendên vê bajarê ku xizmeta hunera Kurdî kirine, merasîman li dar bixin.”