Hunermendê Kurd Beytocan wefat kir

Hunermendê Kurd Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber kanserê dihate dermankirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Malbat û dostên wî ragihandin ku hunermend Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê wefat kiriye.

Beytocan demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çenga wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya 'Yan mirin yan Diyarbekir' li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan sala 1955'an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6.5 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987'an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.