Hunermenda navdar a Îngîlîz Joss Stone li Rojava konserek da

Hunermenda navdar a Îngîlîz Joss Stone diyar kir ku ew çûye Rojava û wê li Dêrikê konserek daye.

Hunermenda Îngilîz bi albuma xwe ya bi navê ‘Mînd Body and Soûl’ di sala 2004’an de ketibû rêza pêşîn. Hunermend Joss Stone li ser hesabê xwe yê înstagramê diyar kir ku wê sînorê Sûriyeyê derbas kiriye û li Dêrikê konserek daye. Hunermendê diyar nekir ku ew ji ku derê derbasî Sûriyeyê bûye.

Hunermendê vîdeoyek par ve kir û got ku, “Hewa sar bû lê dîsa jî mirovan ez bi coş pêşwazî kirim. Nabe ku Kurdistan neyê dîtin.”

Hunermend Joss Stone diyar kir ku gelek çeteyên DAÎŞ’ê teslîm bûne û got ku “Lê ev nayê wateya vî tiştî ku ji bo gelê Kurd û gelên Sûriyeyê her tişt qediyaye. Her tişt tevlihev e. Di nava demeke kurt e, ez hînî gelek tiştan bûm. Hêvîdar im ji bo her kesî aştî were.”