'Hunermend, rewşenbîr û wêjekar divê li derî pêvajoyê nemînin'

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê: Hunermend, wêjekar, nivîkar û rewşenbîr çawa ku di dîrokê de li dijî rejîmên qirker komî ser hev bûne, niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û hevkariya PDK'ê ya bi vê faşîzmê re, divê li dora berjewendiyên netewî kom bibin.

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê bi daxuyaniyeke niviskî got, ''Çi rewşenbîr, hunermend, nivîskar û wêjekar ku li ser rêya heqîqetê dimeşin nikarin xwe li derî vê pêvajoyê bihêlin, divê hay ji berpirsyariyên xwe hebin û wiha tevbigerin.''

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê wiha got: ''Li ser dergûşa mirovahiyê, navenda şaristaniyê dîsa şer heye. Şerê Cîhanê yê 3'yan li ser van xakan tê kirin. Cografyaya Kurdistanê navenda vî şerî ye. Statûkoya sedsalî dihejije, pergala modernîteya kapîtalîst jî di nêv de, statûkoya berdest nema dikare were domandin, hewl dide ku bibe xwedî avaniyeke ku xwe domdar bike. Cinawirê netew-dewletê ku berhema emperyalîzmê ye, li ser parastina statûkoyê rawestiyaye. Ev jî dibe sedem ku li cografyaya Rojhilata Navîn rewşa kaotîk bidome, şer berbelav bibe û bidome, bi xwe re hildiweşîne. Van 20 salên dawî li ser xaka Iraqê û 8 salên dawî li ser xaka Sûriyê kavilgeha şer û êşên ji ber şer têne jiyîn. Despotên cinawirê netew-dewletê çavê xwe li daxwazên netew û gelan girtine, li gel xwe, kesên ku li ser vê cografayayê dijîn tine dikin.

Hesab û planên hêzên hegemon ên global li ser cografyaya me hene. Rewşa şer a li herêmê, têkilî wan hesab û planan e ku dixwazin gelan bi hev bidin şikandin.  Dixazin ku heq ji krîza pergalî derkevin, kanên enerjiyê bi temamî kontrol bikin, bikin ku bazarên berfireh ji bo gera rehet û bêasteng a sermiyanê vekin, dixwazin lêgerîna azadiyê ya netew û civaka asteng bikin, bi pergaleke domdar xwe nû bikin û bidomînin û bi vê armancê destwerdanê li herêmê dikin.

'ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3'YAN BI KOMPLOYA NAVNETEWÎ DEST PÊ KIRIYE'

Ev şerê ku em jê re Şerê Cîhanê yê 3'yan dibêjin bi komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiya me dest pê kiriye. Bi dîltgirtina Rêbertiya me destwerdana li ser cografyaya me dest pê kiriye. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me bi destwerdanê re ya li ser cografyaya me rasterast têkildar e, berhema polîtîkayên van navendan e. Faşîzma AKP-MHP'ê di van destwerdan û êrîşan de weke amûra herî kêrhatî tê xebitandin, qerdiyaniyê ji pergala êşkenceyê ya Imraliyê re dike. Pergala tecrîdê ya li ser Rêbertiya me bi rengekî girankirî tê domandin. Têkiliya xwe ya bi derve bi temamî hatiye birîn. Malbat û parêzer jî di nav de derfet nîne ku bi çi kesî re têkiliyê deyne. Pergala Imraliyê bi temamî bûye pergala êşkenceyê. DMME'yê û CPT berpirs e. Di qonaxa berdest de ti kesek vê pergala êşkenceyê naparêze. Dema wê hatiye ku li dijî vê pergala êşkencdeyê mirov bibêje, êdî bes e û dereng jî maye.

'WEKE PARÇEYEK JI PLANA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GAV BI GAV PÊK TÊN'

Cografyaya Kurdistanê bi temamî bûye qada şer. Bi destek û pejirandina hêzên hegemon ên global Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla deweleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên giran hene. Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê tê rêvebirin. Dewleta Tirk û PDK bi wê armanc û hewldanE ne ku dixwazin têkoşîna azadiyê tine bikin, ku gelê Kurd bi berdêlên giran problemên xwe yên azadiyê derxistine holê û heta bi îro anîne. Geşedanên piştî wê rûdanê ku PDK'ê hêz şandin ser Zînî Wertê, êrîşên li ser Heftanînê û hêza leşkerî ya ku hatiye bicihkirin, weke parçeyek ji plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk rû dane.

'MALBATA BARZANÎ Û PDK DAGIRKERIRINA BAŞÛR TEŞWÎQ DIKE'

Bicihkirina hêza leşkerî ya PDK'ê ya li qadên gerîla, bi armanca gef û êrîşa li ser tevgera azadiyê, bi çarçoweya plana dewleta Tirk e. Ev planên êrîş û dagirkirinê ji polîtîkayên DYE'yê ne bêrî ne. Malbata Barzanî û PDK ji hêla dewleta Tirk a mêtinger ve li dijî tevgera azadiyê têne xebitandin. Tê zanîn ku bi MÎT'ê re bi têkiliyên sîxûriyê ne, her cure destekê didin. Di şehîdbûna hin qedroyên pêşeng û gerîlayên PKK'ê de tiliya PDK'ê û malbata Barzanî heye.  Di xebatên îstîxbarî yên Başûrê Kurdistanê de, ku gelê me dike nav tora sîxûriyê de rola PDK'ê diyarker e. Malbata Barzanî li dijî operasyonên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li ser qetilkirina mirovên sivîl, avakirina leşkergehan, dagirkirina başûr qet ne îtîraz nekiriye, îtîraz nake, berevajî vê, ji bo domdarkirina dagirkeriyê destekê dide, teşwîq dike. Malbata Barzanî û PDK qîma xwe bi vê jî nayînin, ji bo ku êrîşê bi ser Şengalê de bînin, hewl dide ku dewleta Iraqê jî qanih bike, bi vê jî, dixwaze fermaneke dî bîne ser Şengalê.

Malbata Barzanî û PDK berê jî li dijî gerîlayên PKK'ê bi dewleta Tirk re êrîş anîne, li nexweşxaneyan bi dehan nexweş û birîndar qetil kirine. Beriya wê jî êrîşên wiha bi dewleta îranê re li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê anîne, di tasfiyekirina wan de bi roleke diyarker rabûne. Ev malbat û hêz ji bilî şerê dijî Kurd ne xwedî ti zîrektiyê ne. Li dijî DAÎŞ'ê yên ku mala xwe jî neperastin, reviyan, dema ku mijar hêzên Kurd bin, weke dîn û haran êrîşkar dibin. Weke hêzeke ku bi taybetî li dijî Kurdan rêxistiniya wê hatibe kirin tevdigere, êrîşê tîne. Weke revdeyeke îxanetê ya li nav Kurdan tevdigere.

ÊRÎŞ QONAXÊN KOMPLOYÊ NE...

Planên êrîşê yên ku serkêşiya wê DYE û Israîlê dike û bi hevkariya PDK'ê ya dewleta Tirk rê ve diçin, berdewma komploya navnetewî ye ku armanc dike Tevgera Azadiyê îmha bike. Dagirkirina Efrînê ku TC'ê bi xeyala Osmanî dayî destpêkirî, bi biryara ku DYE'yê Mijdara 2018'an li djî rêveberiya tevgera azadiyê standî, dîsa dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî, êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Qadên Parastinê yên Medyayê mirov dikare weke qonaxên vê komployê bibîne.  Wek duh îro jî di vê komployê de rol dane hêzên hevkar ên xwecih. Van hêzan bi şandina hêzên leşkerî ya bi mebesta operasyona li qadên gerîla bersi dane bangên yekîtiya netewî û diyalogê yên tevgera azadiyê û gelek derdorên civakî.

Bêguman şerekî pêkan wê ziyanê bide berjewendiyên me yên netewî, hin destkeftiyên heyî jî wê ji holê rake. Parastina berjewendiyên gelê Kurd di serî de yên hunermendên şoreşger, demokrat, kedkarên çandê, hozanên gel, şaîr, rewşenbîr û nivîskaran, peywira hevpar a hemû kesî ye. Em TEV-ÇAND di serî de ev dero, em bang li gelê xwe dikin ku li dora berjewendiyên netewî komî ser hev bibin, li dijî dijminatiya li Kurdan a PDK'ê bibin xwedî helwest.

Dewleta Tirk bi destê faşîzma AKP-MHP'ê li çar hêlên Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê rê ve dibe. Faşîzma AKP-MHP'ê bi êrîşên qirkirinê ne tenê tevgera azadiyê, gelê Kurd kiriye hedef, polîtîkaya qirkirina çandî rê ve dibe. Malbata Barzanî, PDK, ENKS û mixabin hin derdorên ku li nav civakê  bi nivîskarî, hunermendî, wêjekarî û nivîskariyê têne dîttin jî dibine amûrê êrîşên faşîzma qirker, hin jê jî ne him û ne gum ji wan tê, xwe kerr û kor dikin, deng ji xwe nayînin.

'REWŞENBÎR Û HUNERMEND DIVÊ LI DIJÎ REJÎMA QIRKER LI DORA BERJEWENDIYA NETEWÎ KOMÎ SER HEV BIBIN'

Rewşenbîr û hunermend heke ûcdanê civakê bin, naxwe kombûna ser hev a li ser rêya heqiyê dikeve ser milê vê derdorê. Naxwe hemû hunermendên kedar, wêjekar, rewşenbîr, nivîskar, çawa ku di dîrokê de li dijî rejîmên qirker rabûne, niha jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û hevkariya PDK'ê ya bi faşîzma AKP-MHP'ê re rabin, li dora berjewendiyên netewî komî ser hev bibin, peywira xwe ya pêşengiyê bi cih bînin. Ev berpirsyariya wan a dîrokî ye. Çi rewşenbîr, hunermend, nivîskar û wêjekar ku li ser rêya heqîqetê dimeşin nikarin xwe li derî vê pêvajoyê bihêlin, divê hay ji berpirsyariyên xwe hebin û wiha tevbigerin. Peywira her rewşenbîr û hunermendî yê alîgirê azadiyê ew e ku li rex civaka xwe ve, li nav hemû beşên civakî, azaweriya li azadiyê geş bike, azweriya li têkoşînê geş bike, dilsoziya bi nirxên netewî-civakî-çandî geş bike, bi xebatên wêjeyî û hunerî tevlî pêvajoya berxwedanê ya geş bibe, bersivê bide faşîzma AKP-MHP'ê û îxanetê.

Em TEV-ÇAND bi tevgera azadiyê re, bi têkoşîna birûmet a mezin a gelê xwe re ne. Em xwedî li pêngava, ''Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re Bes e, Dema Dema Azadiyê ye'' derdikevin, ku KCK'ê ragihandibû, em dibêjin, azadiya Rêber Apo bivenevê ye. Di qadên çand-hunerê de jî tevlêbûna li nav berxwedanê weke geşkirina berpirsyariya civakî dibînin.

Hêz bi yekbûn û bi rêxistinîbûnê ye. Bi yekbûnê mirov dikare bi ser bikeve. Azadiya Rêbertî jî, bi netewî hebûna me jî bi  yekbûnê pêkan e.

Em bi hev re dikarin bi ser bikevin.

Em bang li pêşmergeyên PDK'ê dikin: Nebin hevkarê konsepta ku dewleta Tirk Başûr dagir bike, nebin hevkarê konsepta êrîşa liser PKK'ê, bersiva bi başî bidin bangên ddiyalogê yên bi çarçoweya yekîtiya netewî ya tevgera azadiyê, em bang dikin ku li rex gerîla li dijî mêtingeriyê li ber xwe bidin.''