Hunerê û hunermendan ji civakê dûr dixin

Bi hinceta hêla koronayê nahêlin ku li Êlihê Yenî Sahne ya Êlihê û Tiyatro Mencal a Wanê lîstikên xwe şanî gel bikin. Xebatkarên tiyatroyê gotin bi vê huner û hunermend ji civakê têne dûrixstin.

Şanoyên Bajêr a Şaredariya Mezin a Stenbolê (ÎBB) heftiya bihurî perdeyên xwe kişandin lê bi hêla koronayê nahêlin ku dikên li Bakurê Kurdistanê ku bi Kurdî şanoyan dikin werin vekirin. Ji Yenî Sahne ya Êlihê Erdal Kaya got ji ber fikra ku li bajarên mezin darîkerên şanoyê zêde ne destûr dane ÎBB'yê lê destûr nedan wan û got, ''Li Êlihê û bajarên derdorê darîkerên şanoyê hene û ne kêm in jî. Lê mixabin ji ber ku ev nayê dîtin an jî nayê xwestin ku were dîtin destek û derfetê tenê didin bajarên mezin.''

Kaya her wiha got huner û hunermend vê pêvajoya dawî ji hemû qadên civakê dûr têne hiştin, ji bo şano bijî Wezareta Çandê ya Tirk ti gaveke berbiçav navêje.

Kaya got şanoyên taybet ên li Êlihê di pêvajoya pandemiyê de pir bandoreke negatîf li ser wan çêbû û domand, ''Şano di vê pêvajoyê de hewl didin ku li ser piyan bimînin û ez pê nizanim bê ka ev dikare çi qasî wiha bidome. Heke dik werin girtin, ne tenê şan, ev ê bandoreke xirab li ser konser, şanîdanên sînameyê, gotebêjiyên edebiyatê jî bike. Daxwaza me e e ku pêvjaoya hêla koronayê zû biqede û em dikên xwe bi xweşî vekin.''

Aslan got ew nirxekî didinê ku li ÎBB'yê şanîdanên lîstikên şanoyê dest pê kirine lê li bara şanoyên Kurdî eynî hesasiyetê şanî nadin. Aslan got, ''Li herême ji mêj ve Rewşa Awarte heye û ji ber vê aktivîteyên kulturî û hunerî nayên kirin û destûra vê nadin. Ji mêj ve ye ku mirovên herêmê ji xebatên hunerî dûr têne xistin. Bi hincetên jirêzê konser, şanîdanên şanoyê, sînameyê, festîvalên rojên hunerê têne betalkirin.''

Aslan her wiha got ji pêvajoya pandemiyê herî pir qadên kultur û hunerê derb xwarine, hema hema civak ji hunerê hatiye qutkirin, roj bi roja huner û civak ji hev qut dibin û ev rewş pir taloke ye, vê qebûl nakin.