HRW’ê Bankaya Cîhanê rexne kir
HRW’ê Bankaya Cîhanê rexne kir
HRW’ê Bankaya Cîhanê rexne kir
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW)’ê Bankaya Cîhanê di mijara ku di aliyê maddî de piştgiriyê dide projeyên zerarê didin mafê mirovan sûcdar kir.
HRW’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Bankaya Cîhanê projeyên di aliyê fonan de piştgiriya wan dike bi qasî têr bike nikare kontrol bike û ji ber vê sedemê nayê diyarkirin ka ew proje zerarê didin mafê mirovan an na.
HRW, da xuyakirin ku li gelek welatan ji ber projeyên Bankaya Cîhanê mirovan dest ji cih û warên xwe berdane, li Vîetnamê li navêndên narkotîk û tiryakê yên têne fînanse kirin de gelek pêkutiyên xerab rû didin.
Ji Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan Jessîca Evans di şîroveya xwe ya têkildarî mijarê de got, “Di mijara mafê mirovan de nirxandina rewşê, ne ji bo teşhîrkirin û reşkirina hukûmetên pêdiviya wan bi çavkaniyên maddî hene. Ev ji bo alîkariyên ku Bankaya Cîhanê dike, bandora wê ya li ser mafê mirovan bê dîtin û astengkirina îhlalên ku mimkun in derkevin gaveke.”
HRW’ê bang li rayedarên Bankaya Cîhanê kir û got ku pêwîst e mafê mirovan mijara sereke be.