Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand

Hozan Seyîdxan ji bo Qendîlê strand û got,''Ji bo ku ala azadiyê tim li ba bibe divê em weke çavê xwe li Qendîlê binerin.''

Seyidxan têkilî stranê wiha got: ''Strana li ser Qendîlê ji bo min pir hêja ye. Beriya her tiştî ev çiya Kurdistanê digihîne hev. Ji hêla sirûşt û zenginiya xwe ve herêmeke navdar e. Pêşmergeyan salên 80'yî li van çiyayan li dijî rejîma Seddam şer kirin. Ev 40 salên dawî jî li Qendîlê berevanî li hêjahiyên Kurd tê kirin. Bi pêşengiya PKK'ê gerîlayên Kurd Qendîl kirin qadeke azad. Ev der kirin navendeke zanîn û çandê.

Ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran şervanên Kurd li van çiyayan hînî dîroka xwe, hunerê, siyasetê bûn. Ji ber vê Qendîl bû qada ku rûmet, çanda Kurdan lê tê parastin û ji hezaran ciwanê Kurd re bû hêlîn. Ji ber vê Qendîl ji bo min pir hêja ye. Hevalên Karasûngûr, Sefqan, Helmed û bi hezaran şervanên Kurd canê xwe dane van çiyayan û jiyanek watedar ava kirinn. Min jî xwest bi vê stranê giyanê şehîdan bi bîr bînim.

Di hazirkirina vê stranê de gelek hevalan destek da. Di serî de hevalên jin ên li Rojava Caziya, Sumeta, Nesîrn ,Rozerîn hem solîstî kirin û hem jî woqalî. Malavayiyê li wan dikim. Malavayiyê li hevalên me yên din ên stranbêj Hozan Aydin, Bulent Turan û Coman Reşîd dikim. Her wiha keda hevalê me Memo Gul û Mazlûm Rewşen heye ku bi amûrên muzîkê û aranjeyê keda xwe danê. Mala wan ava.

Bi vê stranê min xwest bi bîr bixim ku Qendîl ji bo Kurdan sembola berxwedan û rûmetê ye û navenda yekîtiya netewî ye .Ji ber vê, ji bo ku alaya azadiyê tim li ba bibe divê em weke çavê xwe li Qendîlê binerin. Bi vê wesîleyê careke dî şehîdan bi hurmet bi bîr tînim, vê stranê diyarî şervanên me yên şehîd û van çiyayan dikim.''