Hozan Kawa: Divê em qadên Newrozê dagirin

Hozan Kawa ku strana 'Newrozê' nivîsî bang kir ku di vê Newrozê de tevahiya gelê Kurdistanê rabe ser piyan û bi coşeke mezin tevlî pîrozbahiyan bibin.

Newroza 2022'an tê payin ku weke Newroza berxwedan, vejîn û azadiyê derbasî nava dîrokê bibe. Çav li rê ye ku bi milyonan Kurd dakevin qadên Newrozê. Bi nêzîkbûna Newrozê re li çar parçeyên Kurdistanê û her devera ku Kurd lê ne kelecana Newrozê heye.

Hozan Kawa hêvî kir ku Newroza 2022'an bibe wesîleya aştî, aramî, yekîtiya neteweyî û azadiyê û anî ziman ku sala 2004'an bi vê armancê strana "Newrozê" amade kiriye.

Hozan Kawa diyar kir ku gel xwedî li berhema 'Newrozê' derket û got, "Sala 2004'an strana Newrozê yekemcar li qada Amedê hate guhdarîkirin. Hestên wê kêliyê nikarin bêne vegotin. Piştre derbasî ser zimanê bi milyonan mirovî bû. Gel xwedî li stranê derket. Min dixwest li Kurdistanê bi xwe ji milyonan mirovî re bêjim."

Hozan Kawa li ser Newroza 2022'an got, "Ji Medan û vir ve ku gelê me yekemcar agirê Newrozê hingî dada, Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Bi hezaran sal derbas bibin jî wê bi vî rengî dewam bike. Agir wê qet netefe. Newroz cejna vejîn û berxwedanê ye, cejna Kurdan û tevahiya gelên Rojhilata Navın e. Gelê me ji bo azadiyê berdêlên gelekî giran da. Ji ber vê yekê divê gelê Kurdistanê di Newrozê de rabe ser piyan, heta dawiyê mafên xwe biparêzin û bi daxwaza azadiyê rabe û rûnê. Newroza îsal firsendek ji vê yekê ye. Gelê me ji heft heta heftê salî divê bi coş tevlî pîrozbahiyê bibe. Di Newroza 2022'an de divê em bi milyonan mirov qadan dagirin."