Hîzbullah: YE serî ji zextên Îsraîlê re danî

Hîzbullah: YE serî ji zextên Îsraîlê re danî

Tevgera Lubnanê nerazîbûn nîşanî biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku beşa leşkerî ya Hîzbullah kir “Lîsteya rêxistinên terorîst” da û got ku YE serî ji Îsraîlê re danî.

Televîzyona El Manar a girêdayî Hîzbullahê di nûçeyên xwe yên êvarê de got, “Hîzbullah ku ket lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê, Îsraîlê Yekîtiya Ewropayê li hemberî îradeya xwe serî da tewandin." El Manar, da xuyakirin ku serekê kampanyaya li dijî Hîzbullahê tê meşandin Îngiltere ye.”

Îsraîl û DYE, biryara Yekîtiya Ewropayê silav kirin. Wezîrê Karên Derve yê DYE  John Kerry got,  “YE, bi tedbîra îro wergirtiye, peyameke bi hêz ji Hîzbullaha ku nikare di nav bêtawanbariyeke tam de tevbigere  dişîne.”

Ev helwesta Yekîtiya Ewropayê bi taybet piştî ku tevgera Hîzbullahê ligel rejîma Beşar El Esad şer dike ku pêş ket, bal kişand.