Hikûmeta AKP’ê daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê na pejirîne
Hikûmeta AKP’ê daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê na pejirîne
Hikûmeta AKP’ê daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê na pejirîne
Li Tirkiyê di televîzyon û ajansa fermî ya dewletê de weşana bi kurdî tê kirin, lê hikûmeta AKP'ê daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl nake. Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç, diyar kir ku di rojev û "pakêta wan a demokrasiyê!" de perwerdeya bi zimanê zikmakî tune ye. Ev helwest jî wekî, "xapandinê" hate nirxandin.
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ku beşdarî bernameyekî televizyonekê bû mijarên di rojevê de nirxand. Arinç, got ku di paketa amadekirinê de raporên Heyeta Mirovên Aqilmend esas girtine û wiha got: "Heta îro di qanûnên me de hin hikûm hene. Lê ev têr nayên dîtin." Arinç, destnîşan kir ku dê paket di meha cotmehê de bikeve meriyetê. Arinç, anî ziman ku wan xebatên xwe ji sala 2002'an ve pêkanîne û ne di bin bandora hin kesan de meşandin e. Arinç, derbirî ku mijara perwerdehiya zimanê zikmakî ne di rojeva wan de ye û ev tişt gotin: "Ji bo hînkirina zimanê zikmakî mevzuatên me musaîdîn. Di mijara ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî de ji bilî BDP'ê îtîraz hene. Ew mijar di rojeva me de tune ye. Gelek zanîngehên me de li ser wêjeya zimanê kurdî mezun dane. Em dê wan ji bo dersên kurdî yên hilbijêr a dibistanan de wek e mamoste deyinin. Di TV û radyoyên heremî de pirsgirêk tune ye. Mijara hînbûnê ji bo me girîngbû. Zimanê fermî tirkî ye."
'EM NIKARIN BI ÎMRALIYÊ VE TÛR BAVÊJ IN'
Arinç, derbarê rawestandina vekişandinê ya KCK'ê jî wiha got: "Cemîl Bayik mirovekî di noqteya diyar a rêxistinekî de ye. Ev rêxistin çi dike tê zanîn. Li ser gotinên wî ji Alîkarê Serokwezîrê TC'ê çi difikire tê pirsîn. Ez vê qebûl nakim. Ev lîderê rêxistinê guhdar dike an an, dê derkeve an, dernekeve wê çi bibe ew tiştek din e. Heke soza we rast be divê milîtan di hezîranê de derketibûna. Ew dibêjen 600 kes, li gor me hindiktir e. Asta wan ên derketine çi ne? Ma ji we kirî çavê me girtî ye. Em hemûyan dizanin, nêrînekî me ya ku em bersivan bidin û mixatab bibînin tune ye." Arinç, diyar kir ku dema parlementerên BDP'ê bixwazin biçin Îmraliyê ji Wezareta Dadê destûr dixwazin. Arinç, wiha got: "Na bila ji Qandîlê herin hevdîtinê bikin filan û bêvan. Xizmên wan dikarin herin. Lê dema parlementer an jî yên din bixwazin herin girêdayê desturê ye. Ma nikarin tûran lidar bixin. Qala dê 3 rojnamevan herin dikin. Li gor min di vê astî de ne rast e. Di hêla mijara destûrê de ne xwedî gotinê me. Ez vê karî bixin asta medyayê rast nabîn im. Wê demî dibe ev kar biçe hin mecrayên din. Pêvajo asteng bibe."