Heyva Sor-Îtalya fîlmê ‘Rojava’ pêşkêş dike

Heyva Sor a Kurdistan-Îtalya fîlmekî ku rewşa Rojava tîne ziman kişand.

Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Lîvorno ya navenda wê Îtalyayê ye, 8 salên dawî hemû xebatên xwe ji bo piştgirîkirina bi Rojava re derbas kir.

9’Ê ÇILEYÊ WÊ BIKEVE VÎZYONÊ

Herî dawî belgefîlma ku drama mirovî ya ji ber şer derketî holê hate amadekirin.

Fîlmê ku balê dikişîne ser êrîşên der mirovî yên DAÎŞ’ê 9’ê Çileyê wê bikeve vîzyonê.

Fîlmê ku wê li gelek sînema,salonên dibistan û sendîkayan bê nîşandan berî ku bê nîşandan wê bi partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û Serokê Şaredariya Lîvorno yên li Lîvornoyê re bên ba hev.

Di civînê de ji bo filmê ku wê 9’ê Çileyê bê nîşandan banga tevlîbûnê hate kirin.