‘Heya ku dest ji vê zîhniyetê neyê berdan ev pêvajo pêş da naçe’
‘Heya ku dest ji vê zîhniyetê neyê berdan ev pêvajo pêş da naçe’
‘Heya ku dest ji vê zîhniyetê neyê berdan ev pêvajo pêş da naçe’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel derbarê du welatiyê ku li Geverê bi guleyên polîsan hatin qetilkirin de got: “Walî derdikevin wiha dibêjin; ‘Van êrîşî polîsan kirine’ wek her carê serî li derewan da. Hemû ciwanên ku bi terora dewletê hatine kuştin çek nedane destên xwe. Heya ku dest ji vê zîhniyetê neyê berdan ev pêvajo bi pêşve naçe.”
HDP’a Bagcilara Stenbolê li salona dawetê ya navçeya Hanoglu şahî pêk anî. Di şahiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel, Endama Meclisa Jinan a BDP’ê ya Stenbolê Cemîle Çelîk, Seroka BDP’a Bagcilarê Perî Adalmiş, Serokê SDP’a Stenbolê Îbrahîm Turgut, Serokê ESP’a Navçeya Bagcilarê Erkan Kakça, Serokê EMEP’a Navçeya Bagcilarê Alî Faîk Kuçuker, gelek nûnerên rêxistinên sivîl û bi dehan welatî amade bûn. Li salonê pankartanên “Em bi hevre bihêzin, hêvî HDP ye”, “Li hemberî şîdetê jin li mal, kar û dibistanê li qadanin” û wêneyên Veysel û Reşîd Îşbîlîr ên ku li Geverê bi guleya polîsan hatin qetilkirin hatin daliqandin. Şahî bi deqeyek rêz girtinê destpê kir.
Hevserokên HDP’a navçeya Bagcilarê Ayten Yumlî û Şeref Yildiz axaftinên vekirinê kirin. Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel axivî û diyar kir ku tevgera kurd ji bo wekhevî û biratiyê têdikoşe û wiha got: “Mixabin parlamenterên ku nûnertiya we dikin di girtîgehan dene. Bi hezaran ji ber ku têkoşîna azadiyê didin di girtîgehan dene. Emê bi têkoşîna ku em ji bo aştî û biratiyê didin emê girtiyên siyasî bigehînin azadiyê.”
Tuzel, bal kişand ser du welatiyên binavê Veysel û Reşîd Îşbîlîr ku bi guleya polîsan li Geverê hatin qetilkirin û wiha pêde çû: “Ew ji aliyê nobedarên reş ve hatine kuştin. Çi çêbû, çi xelas bû li Colemêrg û Geverê çibû? Divê ku ev carek din rast bê dîtin. Di destpêka sala 2013’an û heya niha di civakê de ev tişt dihatin nîqaşkirin; ‘Êdî şer bi dawî bû, dayik nagirîn’. Lê di jiyana rastiyê de tişta ku dihat nîqaş kirin pêk nehat. Ev pêvajo pêvajoya xwedîbûna azadiya gelê kurd, mafê mirovan, ziman û çandê bû. Ev pêvajoya me digot wê aştî û civaka demokrat pêk bê lê em lê dinêrin ne li gorî daxwazên meye.”
DIVÊ HIŞMENDÎ BÊ GUHERTIN
Tuzel gotina Serokwerzîrê Tirk Erdogan ya “Çi jin be, çi zarok be wê hêzên meyên ewlehiyê peywira xwe bicih bînin” bibîr xist û wiha got: "Heman zîhniyetê li Geverê ev yek pêk anî. Di destpê wî gelî de top û çek tunebûn. Tenê deng û pankartên wan hebûn. Tenê daxwazek wan hebû ew ji aştî bû.” Tuzel destnîşan kir ku di berxwedana Geziyê de jî welatiyan ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji destdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Welî derdikevin dibêjin; ‘Vana êrîşî polîsan kiriye’ weke her carê serî li derewan dan. Hemû ciwanên ku bi terora dewletê hatine kuştin çek nedane destên xwe. Heya ku dest ji vê zîhniyetê neyê berdan ev pêvajo bir êve naçe.” Tuzel bi lêv kir ku Serokwezîr derbarê vê yekê de hinek tiştan bêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ku serokwezîr hinek tiştan bêje; lê divê ku polîs û waliyên xwe ne parêze.” Piştî axaftinan Navenda Çanda MED û Hakan Yeşîlyurt derketin ser dikê û heya direngiya şevê şahiyê berdewam kir.