Hevdîtinên Filistîn-Îsraîlê dê li Qudisê dom bikin
Hevdîtinên Filistîn-Îsraîlê dê li Qudisê dom bikin
Hevdîtinên Filistîn-Îsraîlê dê li Qudisê dom bikin
Piştî 3 sal hewildanen DYA’yê Filistîn û Îsraîl ku careke din roja 30’ê Tîrmehê li Washingtonê hevdîtinên aştiyê destpê kirin, careke din dê di 14’ê Tebaxê li Qudisê birûnin ser mêzê.
Berdevkê Wezîrtiya Derve ya DYA’yê Jen Psakî aşkera kir ku, hevdîtinên aştiyê ên navbera Filistîn-Îsraîlê de dê li Qudisê bidomin. Psakî têkildarî hevdîtinên aştiyê got: “Hevdîtinên aştiyê ên di navbera Filistîn-Îsraîlê de dê 14’ê Tebaxê li Qudisê dom bikin. Û piştî wê dê hevdîtinek din li Şerîa Rojava pêkbê.”
Jen Psakî da diyarkirin ku, ji bo duristkirina hevdîtinan dê Nûnerê DYA’yê Martîn Indyk û Frank Lowenstein biçin herêmê.
Piştî ku Îsrîalê pesendkir ku wê 800 Yahûdiyan li Şerîa Rojava bicih bikin, DYA’yê daxuyanî da.
Li ser xaka Filistîniyan bicih kirina Yahûdiyan di sala 2010’an de bibû sedem ku hevdîtinên navbera Filistîn û Îsraîlê sernekevin.
Ji ber ku li gorî hiqûqa navnetewî jî li ser xaka Filistîniyan bicih kirina Yahûdiyan dervey zagona ye û ev pêkanîn nehate rawestandin, Filistînê xwe ji hevdîtinan kişandibû.
Îsraîlê jî da diyarkirin ku, ew dê avakirina wargehên nezagonî weke şertê destpêkê yê hevdîtinan pêşkêş neke. Îsraîlê şêniya zêde ya Yahûdiyan ên li ser xaka Filistîniyan hincet nîşan dide û çêkirina wargehên bicihkirinê didomîne.