Hevdîtinên der barê nukleera Îranê de îro destpê dikin

Hevdîtinên der barê nukleera Îranê de îro destpê dikin

Hevdîtinên di navbera Îran û 5+1’ê de îro li New Yorkê ji nû ve destpê dikin. Hevdîtinên ku tê payîn bi nîqaş bidome, di demeke nêz de bi encam nebin.

Hevdîtinên Îran û 5+1 (DYA, Fransa, Îngîlîstan, Rûsya, Çîn û Elmanyayê), Neteweyên Yekbûyî ya New Yorkê îro bi awayekî fermî destpê dikin. Beriya hevdîtinên îro hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de du rojan hatin meşandin.

Çavkaniyeke DYA’yê diyar kir ku  heta dawiya hefteya pêş me dê bidomin û her wiha hat gotin ku dê di asta wezîran de hevdîtin bimeşin.

Rayedarekî ku nexwest nasnameya xwe diyar bike got: “Em hemû bi fikr û nêrînên erênî nehatin New Yorkê. Lê her kes bi hedef xebatê hatiye vir.” Her wiha got hevdîtinên der barê hevdîtina Nukleera Îranê de gelek zehmet e.

Welatên 5+1 û Tehran, ji bo ku îran bi tu awayî nebe xwedî çekên atomê hedef dikin heta 24’ê Mijdarê peymanekî îmze bikin. Tê payîn ku li beramberê vê ambargoya navneteweyî rabe.

Îsraîl û Rojavayî jî îdîa dikin ku Îran di çarçoveya bernameyek sivîl de xebatên xwe yên nukleerî dimeşîne. Îranê jî îdîa derewand û got ku heta niha xebatek wisa çênebûye.