Hevdîtinên aştiyê yên li Kolombiyayê bi pêş ve diçin
Hevdîtinên aştiyê yên li Kolombiyayê bi pêş ve diçin
Hevdîtinên aştiyê yên li Kolombiyayê bi pêş ve diçin
Di hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) li Kubayê tê meşandin, hat ragihnadin ku herdu aliyan li hev kirine ku tevî gerîla hemû mûxalîf tevlî siyasetê bibin.
Di hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) li Kubayê tê meşandin, bi pêş ve diçin. Tûra 12. a danûstandinên aştiyê bi dawî bûn û aliyan der heqê rêveçûnê de civîneke hevbeş a çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di qonaxa duyemîn a danûstandinan de aliyan pêşniyarên berçav pêşkêş kirine û hatine nirxandin. Hat gotin, "Ji bo mûxalefeta siyasî kar bike, li ser temînat û peymaneke mafan, xebat tên meşandin."
Beşdariya siyasî, bloka duyemîn a mijarên danûstandinên aştiyê pêk tîne.
Serkêşê danûstandinan ê hikûmetê Alîkarê berê yê Serokdewlet Hûmberto de Calle kêfxweşiya xwe ya ji rêveçûna danûstandinan anî ziman û got, "Beriya niha ti kes ewçend bi pêş ve neçûbûn."
Di meha Gulanê de jî, li ser reforma axê ku yek ji mijara danûtandinan a ji 6 mijaran bû, lihevkirin hatibû kirin. Danûstandinên aştiyê yên navbera aliyan, ev 6 mehin li paytexta Kuba Havayê dewam dikin.
HIKÛMET KUŞTIN Û OPERASYONÊN XWE DEWAM DIKE
Tevî gotinên ku diyar dikin di danûstandinên aştiyê de pêşketin heye jî, hikûmeta Kolombiyayê operasyon û êrîşên xwe yên li dijî gerîlayên FARC'ê dewam dike. Di êrîşa roja Înê de, Fermandarê Herêma Eniya Rojava ya FARC'ê Jesus Antonio Plata Rios (Zeplin) jiyana xwe ji dest da.
SANTOS DI KUŞTINA LÎDERÊN FARC'Ê DE BIRYARDAR E
Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos jî li ser hesabê xwe yê twîtterê, ji ber kuştina Zeplîn, hêzên bejahî û hewayî yên Kolombiyayê pîroz kir. Santos her weha got, "Lîderên FARC'ê wê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bên şopandin û kuştin."
Daxuyaniya Santos a ji bo kuştina lîderên gerîla, ji aliyê FARC'ê ve li nerazîbûneke tund rast hat. FARC'ê daxuyaniyek nivîsk3i weşand û diyar kir ku hikûmet bi êrîşan re hewl dide naveroka hevdîtinên aştiyê vala bike. FARC'ê destnîşan kir ku ewê li dijî êrîşan bi her awayî li ber xwe bidin.