Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê destpê kirin

Hevdîtinên aştiyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê destpê kirin

Hevdîtinên aştiyê yên navbera Fîlîstîn-Îsraîlê ku ji ber israra Îsraîlê ya di çêkirina waregehên derveyî qanûnî, beriya 3 salan rawestiyan li Washingtonê ji nû ve destpê kirin.

Hevdîtinên aştiyê bi xwarina fitarê ya duh êvarê nûnerên Fîlîstîn û Îsraîlê bi Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry re destpê kirin. Kerry di dema xwarinê de axivî û got, "ev yek, kêliyeke gelekî taybet e."

Hevdîtin, piştî navbereke sê salan bi biryara Îsraîlê ya ji bo serbestberdana zêdeyî 100 girtiyên Fîlîstînî destpê kir. Li gorî vê biryara ku di nava hikûmeta Îsraîlê de rê li ber parçebûnê vekir, girtiyên Fîlîstînî wê li gorî rêveçûna danûstandinên aştiyê di nava çend mehan de pêl bi pêl werin berdan.

Di xwarina fitarê ya li Washingtonê de, Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry, Wezîra Edaletê û serkêşê danûstandinan a Îsraîlê Tzîpî Lîvnî û hevpîşeyê wê yê Fîlîstînî Saîb Erakat amade bûn. Li xwarinê her weha Sefîrê Bilind ê DYE yê li Îsraîlê û nûnerê taybet ê Washingtonê ji bo hevdîtinan Martîn Indyk jî amade bû. 

Qesra Spî daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtinên duh di navbera aliyan de destpê kirin wê îro jî dewam bikin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE Jen Psakî da xuyakirin ku di asta yekemîn a hevdîtinan de ewê li ser pirsgirêkên giran nesekinin, destpêkê hewl bidin rêveçûna pêvajoyê diyar bikin.

Rayedarekî payebilind ê Fîlîstînî Hanan Aşravî jî daxuyaniyek da AFP'ê û got, "Divê teqwîmek û li ser mijarên her du alî li hev bikin, soz û biryarek hebe. Em hêvî dikin wê tiştekî baş jê derkeve."

Wezîra Edaletê ya Îsraîlê Lîvnî jî da xuyakirin ku hevdîtin wê gelekî zehmet û bi pirsgirêk derbas bibin. Lê belê Lîvnî destnîşan kir ku hewldanên aştiyê wê bi kêrî Îsraîl, Fîlîstînî, cîhana Ereb û civaka navnetewî werin.

Mijarên sereke yên her du alî li ser radiwestin, rewşa waregehên Cihûyan li Şerîa Rojava, statuya Qudisê û çarenûsa panberên Fîlîstînî ye.