Hestiyên 163 gundiyên leşkeran li Guatemalayê qetilkirîn radest kirin

Hestiyên 163 gundiyên leşkeran li Guatemalayê qetilkirîn radest kirin

Ji 201 gundiyên ku sala 1982’an leşkeran qetilkirîn, hestiyên 163 gundiyan radestî xizmên wan kirin.

Li Guatemalaya ku li dijî mirovahiyên sûcên mezin hatin kirin, nûnerên rêxistinên civakî ên bi mafê mirovan ve eleqeder dibin dane diyarkirin ku, hestiyên 163 gundiyan radestî xizmên wan kirine.

Serokê Komeleya Mirovî Famdegua (Xizmên girtî û windayên li Guatemalayê) Aura Elena Farfan aşkera kir ku, “Jib o testa DNA bikin hestî ji mezarê hatin derxistin. Lê belê bi vê rêbazê tenê nasnameya 5 cenazeyan hate zanîn.”

Piştî derxistina cenazeyan û ji doza ku roja borî pêkhat û 5 leşker têde dihatin darezandin de şahidên nû derxist. Yekem care di dîroka Guatemalayê de 5 leşker têne darezandin.

Leşkerê berê Jorge Sosa ê li DYA’yê jiyan dike, bihinceta ku direw li buroya koçberiyê kiriye hate girtin. Çav lê ye îadeyî Guatemalayê bikin.

Gundiyên mijara gotinê, li goristana şaredariya Las Cruces ya 600 kîlometre dikeve bakûrê paytext Guatemalayê. Dema cenaze dihatin derxistin, kêliyên hestiyar çêbûn. Ji bo qurbaniyan torenek ya olî jî çêkirin.

Bûyer di navbera 6-8’ê Kanûna 1982’an li gundek yê biçûk yê binavê Dos Erres, dema yekîneyên girêdayî dictator Efrain Rios Montt li 40 çekên ku hate gotin yên îsyankaranin pêkhat.

Komîsyona Heqîqetê ya Neteweyên Yekbûyî piştgiriya wê dikir, agahî girt ku li tevayî welat 669 komkujî pêkhatine. Beşek mezin ya komkujiyan di dema hikumetên Rios Montt û Oscar Mejia Victores pêkhatin.