Herêma Katalonya ji biryara referandûmê vegeriya
Herêma Katalonya ji biryara referandûmê vegeriya
Herêma Katalonya ji biryara referandûmê vegeriya
Herêma Katalonyayê ragihand ku ew ji biryara referandûma serxwebûnê ya plan dikir di 9'ê Mijdarê de lidar bixe, vegeriya ye. Di daxuyaniya Parlamenta Herêmê de hat ragihandin ku di 9'ê Mijdarê de wê daxwaza serxwebûnê 'bi awayekî cuda' bê bilêvkirin.
Endamê Parlamenta Katalonyayê Joan Herrera diyar kir ku wan dev ji referandûma 9'ê Mijdarê berdane. Herrera da xuyakirin ku Serokwezîr Artur Mas wê îro bi daxuyaniyekê, kar û barên ji bo bilêvkirina "bi awayekî cuda" ya daxwaza referandûmê di 9'ê Mijdarê de, aşkera bike. Herrera destnîşan kir ku ew ê daxwazên polîtîk ên gelê Katalan bilêv bikin.
Li Katalonyayê, ku ji aliyê aboriyê ve yek ji herêmên herî xurt ên Spanyayê ye, hikûmetê biryar dabû di 9'ê Mijdarê de referandûma serxwebûNê bike. Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê jî, referandûm weke li dijî destûra bingehîn dîtibû û rawestandibû. Bi deh hezaran Katalanên alîgirê pêkhatina referandûmê, çend roj berê herikîbûn kolanan û daxwazên xwe yên ji bo serxwebûnê anîbûn ziman.
Lîderên gelek partiyên siyasî yên li Katalonyayê ragihandibû, ku divê tevî qedexeya dadgehê jî referandûm bê lidarxistin.