Her dû lîstikvanên fotbolê jiberku sipasî Mandela kirin,şandin disiplînê

Her dû lîstikvanên fotbolê jiberku sipasî Mandela kirin,şandin disiplînê

Ji ber sedema herdû lîstikvanên fotbolê Drogba û Eboue di maça fotbolê ya Elazigsporêde tîşortên liser “spas Mandela” li xwe kiribûn, ji aliyê PFDK’ê ve şandin disiplînê.

Bandora Mirina lîderê efsanevî yê Başûrê Efrîqa Nelson Mandela ku ji berî dû rojan jiyana xwe ji desta, dinava sahayên fotbolêde jî xwe nîşanda. Di maça fotbolê ya ku dinava Galatasaray û Elazigsporê de bi 2-0 derbasbûyîde, di dema dûwem ya maçê de li rexa sahayê lîstikvanê Galatasaray Didier Drogba , forma xwe derxistibû û tîşortê liser nivîsandibû “ spas Mandela” nîşan da. Lîstikvanê binavê Emmanûel Eboue jî di dawiya maçêde forma xwe bi ya tîma lihimberî xwe re guhert û bi tîşortê liser nivîsandî “Rest in Peace Nelson Mandela” hate rexê sahayê. Temaşevanên ku li stadyomê bi demek dirêj çepik ji Drogba û Ebue re lêxistin.

Piştî maç bidawî bû Federasyona Fotbolê a Tirkiye li himberî nêzîkatiyên herdû lîstikvanan ketin liv û tevgerê, herdû lîstikvanan sewqî saziya disiplînê a fotbola profesyonel kirin.