Hejmara nû ya kovara Zendê derket

Hejmara nû ya kovara Zendê derket

Hejmara nû ya kovara zanîstî ya Enstitûta Kurdî ya Stenbolê Zend derket pêşberî xwendekaran. Ji bilî lêkolînên li ser wêjaya kurdî, hejmara Zendê ya nû dîsa giranî li ser mijarên zimanzaniyê û rewşa zimanê kurdî ye. Ji denganiyê heta hevoksaziyê gelek mijarên zimanzaniyê di vê hejmarê de ji xwe re cih dîtine.

Zana Farqînî li ser pevguherîna dengan, Îbrahîm Seydo Aydogan der barê Hevokên Kompleks de nivîsandiye. Gotareke din a di warê zimanzaniyê de jî nivîsara Samî Tan e. Ew di nivîsa xwe de du zimanên îranî; kurdî û farisî di asta lêkerên xwerû û bingehîn de hev rû dike.

Şerîf Derince mijara modelên perwerdehiyê di vê hejmarê de jî didomîne. Di hejmara borî de Derince qala modelên li cîhanê dikir, îcar ew ji bo kurdan modeleke pirzimanî û pirzaravayî pêşniyar dike. Warekî din ku nivîskarên kovarê li serê gotar nivîsandine, warê dîrokê ye.

Di vê hejmarê de Dr. Omer Uluçay bi gotara xwe ya bi navê “Dîroka hukimdariya Mirdêsan” tîşkên ronahiyê dixe ser dîroka hozeke kurdan. Perwer Yaş nivîsa ya bi sernavê “ Koka Zimanê Hind-Ewropî di Kurdî de Veşartî ye” bala dikişîne ser lêkolînên dawîn ên der barê geneolojiya zimanan de.

Rewşa zimanê kurdî ya îroyîn rasterast girêdayî rewşa kurdan bi xwe ye. Lewma jî polîtîkayên der barê kurdan û zimanê kurdî de di diyarkirina çarenûsa zimanê kurdî de diyarker e. Cuma Çîçek di gotara xwe de balê dikêşe ser polîtîkayên Komara Tirkiyeyê yên der barê zimanê kurdî de. Nivîsareke din a der barê siyaseta ziman de deqa semînera Emîr Hesenpûr e. Hesenpûr di vê semînera xwe de polîtîkaya ziman a kurdan bi xwe (zaravaperestî û kurdiya pêtî) rexne dike.

Di hejmarê de nivîseke din a cihêreng jî ya Sîdar Jîr e. Ew bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Rexne û Wêje” qala taybetî û pîvanên rexneyê dike. Memê Mala Hine di vê hejmara Zendê de tîşkên ronahiyê dixe ser aliyê felsefî yê Ehmedê Xanî û helwesta wî ya beramberî ekolên ramanî yên îslamê dinirxîne.

Ji bilî van nivîsan hin nivîsên din ên ku di vê hejmarê de cih digirin ev in: Li Xerîbiyê ronesansa çandî ya kurdî: Ekola Hawarê (Ahmet Serdar Akturk), Çend xal li bara karbesta kurmancî (Azad Makûyî), Taybetiyên devoka celaliyan a kurmancî (Umîd Demîrhan).