BI DÎMEN

Hejmara nû ya kovara jinên ciwan diyarî Şehîd Bîşeng û Sara hate kirin

Hejmara nû ya kovara Komalên Jinên Ciwan (KJC) diyarî Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û Endama Koordînasyona KJK’ê Şehîd Bîşeng Brûsk û Endama Desteya Rêveber a KJK’ê Şehîd Sara Hogir hate kirin.

Kovara ku bi sernavê; ’Em weke Sara û Bîşengê têbikoşin, bi Rêber Apo re bibin yek’ li ser jiyana têkoşînê ya her du şervanên jin disekine.

Kovar bi nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê; ‘’Xwediyên pêşketinê yên rastîn şehîdên me yên têkoşînê ne’’ dest pê dike.

Kovar li gel gotara Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû ya bi sernavê; ‘’ Li dû rêça pêşengên jin ên ciwan ên têkoşer ên Kurdistanê Şehîd Bişeng û Şehîd Sara’’ û bi nivîsa Lêgerîn Artma ya bi sernavê; ‘’ Li hemberî dijmin serî rakirin, li ber xwe dan û xwe gihandin heqîqetê’’ balê dikşîne.

Her wiha di beşa Kurmancî a kovarê de nivîsên têkildarî şehîd, têkoşîn û cesaretê cih digirin û di beşa Soranî de jî nivîsa Zimnako Balambo balê dikşîne.

Ev hejmara taybet a kovarê hûrgiliyên têkoşîna Şehîd Bîşeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha radixe ber çavan û zindîhiştina mîrateya wan armanc dike.