Hejmara kesên ji Ebolayê dimirin zêde dibe

Hejmara kesên ji Ebolayê dimirin zêde dibe

Ji ber nexweşiya ebola ya bi mehane li Rojavayê Afrîkayê belav bûye, hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku hejmara kesên ji ber virûsa ebola mirine gihiştiye 2 hezar û 800’î.

WHO daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 18’ê îlonê heta niha bi gitşî 5 hezar û 762 kes bi vîrusê ketine û ji van kesan 2 hezar û 793 kesî jiyana xwe ji dest daye. Bîlançoya  WHO ya 14’ê îlonê 2 hezar û 630 heb bû.

Li gorî bîlançoya WHO’yê vîrusa ebola herî zêde li Lîberyayê zêde bûye. Li welat 3 hezar û 22 bûyer hatine tespîtkirin û hezar û 572 kesî jiyana xwe ji dest daye. Li Gîneyê ji 965 bûyeran 623 kes mirin û li Sîerra Leoneyê jî hezar û 753 kes bi nexweşiyê ketin û 584 kes mirin.

Li gorî WHO’yê  pêşveçûna eboleyê ya li Nîjeryayê hatiye sekinandin.  Ji 21 bûyerên eboleyê 8 heb bi mirinê encam dibe û mirina dawî jî di 8’ê îlonê de pêk hatiye. Li Senegelê jî yekane kesê bi eboleyê ket di 10’ê îlonê de rehet bû.

Vîrusa ebola cara yekem di 1976’an de li Zaîre (Komara Kongo ya Demokratîk) derket holê. Gelek caran li welatên Afrîkayê hat dîtin. Îsal jî di meha adarê de li Gîne, Lîberya û Sîerra Leone hat dîtin.