Hefteya Çandê ya li Baselê bi dawî bû

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, Hefteya Çandê ya ku 4'ê Nîsanê dest pê kir doh bi dawî bû.

8. Hefteya Çandê ku ji aliyê Navenda Çandê ya Med ve hate amadekirin, roja 4'ê Nîsanê li navenda bajêr bi meşekê dest pê kiribû. 4 rojan gelek rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî, Tirkiyeyî û Kurdistanî tevlî çalakiyan bûn.

Di nava 4 rojan de gelek çalakiyên çandî û hunerî pêk hatin. Pêr jî konserek hate lidarxistin û hunermenda Fransî Eleonore Fourniau, Mikaîl Aslan û Xecê derketin ser dikê.

Doh jî li salona sînema ya Kult Kino, fîlmê "Bajarekî hilweşiyayî" yê li ser berxwedana Rojava hate nîşandan.

Li salona Sendîkaya Unia jî li ser dîroka wêje, ziman û dengbêjiyê panelek pêk hat. Cevat Merwanî, Zînê Botanî, Memê Botanî, Yilmaz Beyazgul, Gernas Koçer, Yaqop Tilermen beşdarî panelê bûn û qala çand û dîroka Kurdan kirin. Dengbêjan jî klamên xwe gotin.

Piştî panelê folklor hate lîstin û Hefteya Çandê ya ku 4 rojan dewam kir bi stranên Koma Lelo bi dawî bû.