BI DÎMEN

Hefteya Çanda Kurd a Baselê destpê kir

Hefteya Çanda Kurd a 12'emîn a li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir.

Hefteya Çanda Kurd ku her sal ji aliyê Navenda Çandê ya Med a li bajarê Basel ê Swîsreyê tê lidarxistin, îsal cara 12'an li salona Kasernenrealê bi resepsiyonekê destpê kir.

Parlamenterên HDP'ê yên parlamenteriya wan hate desteserkirin Ayşe Acar Başaran, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mûsa Farisogûllari û Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Parlamentera Federal a Keskan a Swîsreyê Sîbel Arslan, Parlamentera Kantona Baselê ya ji Partiya Sosyalîst Edîbe Golgelî û Parlametnera Statd Basel a Partiya Sosyalîst Sarah Wyss jî di nav de gelek siyasetmedarên Swîsreyî, Tirkiyeyî û Kurdistanî tevlî bûn.

Destpêkê Sîbel Arslan û Ayşe Acar Başaran axivîn. Piştre Mûstafa Kokel û hunermendên TEV-ÇAND'ê hunera xwe pêşkêş kirin.

Vê carê ê wê lîstika şano ya bi navê 'Bêlome' bê nîşandan. Piştre wê fîlmê 'Jiyana min her şer bû' yê li ser têkoşîna Sakîne Cansiz bê nîşandan.

Hefteya Çandê wê bi konser, panel û govendê heta 10'ê Adarê dewam bike.