Hedefên YE yên avhewayê çiqasî rast in?
Hedefên YE yên avhewayê çiqasî rast in?
Hedefên YE yên avhewayê çiqasî rast in?
Hedefên Yekîtiya Ewropa yên ji bo germahiya kurewî bê astengkirin, derbasî enerjiya ku xwe nû dike, teserufa enerjiyê û kêmkirina tevgera karbondioksit (CO2) ji aliyê welatên endam ve piştî muzakereyên dijwar hat qebûlkirin.
Di çarçoveya plana ji aliyê Komîsyona YE hat qebûlkirin, heta sala 2030’î tê armanckirin ku bandora gaza sera li gor sala 1990’î ji sedî 40 bê daxistin, para xerckirina enerjiya xwe nû dike derkeve ji sedî 27 û serfkirina enerjiyê dakeve ji sedî 30.
Lê belê di civîna yekîtiya Ewropa de xisûsên hatine qebûlkirin wê kîjan welat çiqasî hewl bide ne diyar e. Hedefên hatine nîşandan giştî yekîtiyê digire nav xwe.
Welatên wek Fransa, Îngîltere, Fînlandiya û Polonya ku bi hêsanî dest ji enerjiya nukleerî bernadin, welatên wek Elmanya û Swêd hê zêdetir girîngiyê didin, çavkaniyên enerjiyê yên wek (roj, ba û biyo). Welatên wek Polonya û rojhilatê Ewropa girîngiyê didin komirê.
Li gor tê gotin, eger hedefên YE danîne pêşiya xwe bên qebûlkirin jî nayê wateya ku wê germbûna kurewî bê rawestandin. Pispor destnîşan dikin ku germahiya erdê heta dawiya vê sedsalê wek 2 dereceyan bê sînorkirin, divê gazên bi bandor ên wek sera ji sedî 50 bên kêmkirin.