Hawarên ku ji Guantanamo bilind dibin

Hawarên ku ji Guantanamo bilind dibin

Nûçegihanê Rojnameya “Dagens Nyheter”  Niklas Orrenius û Wênekêş Ola Torkelsson piştî  4 sal û nîvan beriya niha bi çend rojan careke din çûn Girtîgeha Guantanamo ya DYE ya li Kuba û Orrenius, çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve kir. 

Leşker û endamên tenduristiyê ligel ku navên xwe aşkera nekirin, destûr nedan wêneyên wan jî bên kişandin. Li cihên ku destûr dan rojnamevanan wêneyan bikişînin jî wêne bi dîqqet hatin kontrol kirin û hin ji wan ku wek xetere hatin dîtin û ji makîneyan derxistin.  

“ARTÊŞA DYA NAHÊLE EM DI REMEZANÊ DE JÎ DUA BIKIN”

Bi şertê ku deng dernexin û mehkûm pê nehisin ku rojnamevan in, destûra kişandina wêneyan li korîdorên girtîgehê didin. Rojnamevanên vî şertî pêk neynin ji korîdorê  tên derxistin û careke din destûr nadin bên girtîgehê. Nûçegihanên Dagens Nyheter  dema wêneyan dikişînin girtiyek ji dengê kamerayan fêm dike ku rojnamevan li korîdorê ne û bang dike: “Artêşa DYA destûr nade em di Remezanê de jî dua bikin ” û li pey wî bangên girtiyên din. 

Rojnamevanan ku bang û qîrînên mahkûman di cîhazeke biçûk de qeyd dikin, dema tên Swêd werdigerînin Swêdî û bi raya giştî re parve kirin. Yek ji girtiyan,  “Em dixwazin hûn rastiyan zanibin. Amerîkî tiştên rast ji we re nabêjin. Me biçûk dikin, bi rûmeta me dilîzin, destûr nadin mirov bên serdana me. Nahêlin em wezîfeyên xwe yên olî bi cih bînin.” Yekî din jî dibêje, “Hûn dengê min dibihîzin? Ew destûr nadin em di Remezanê de nimêj bikin, bi hev re dua bikin û nimêja terawîhan bikin. Tevayî mafên me rakirin û me ceza dikin.” 

GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM DIKE

Greva birçîbûnê ya mehkûman berdewam dike. Li gorî agahiyên rayedarên girtîgehê ji 166 girtiyên di Guantanamoyê de 73 girtî di greva birçîbûnê de ne. Bi darê zorê xwarinê didin 46 girtiyên rewşa wan xerab bûye, 3 girtî jî li nexweşxaneyê greva birçîbûnê berdewam dikin.   

Her çi qasî girtî bêjin ku ji ber helwestên gardiyanan ên ku Quranê biçûk dibînin dest bi greva birçîbûnê kirine jî parêzerên girtiyan destnîşan dikin ku sedema esasî ya greva birçîbûnê li hemberî helwestên neheq ên 11 sal in berdewam dikin pêş ketiye. 

Girtiyên ku tevî tenduristiya wan xerab jî bûye greva birçîbûnê berdewam dikin, bi darê zorê li ser kursiyan didin rûniştandin, piştî dest û lingan wan girêdidin ji difna wan bi boriyekê xwarina biav didin wan. Ji DYA tenê ji bo vî karî 37 endamên tenduristiyê anîne Guantanamo. Doktorê ku navê xwe negot û li ser rozeta bi sînga wî ve “Smo” dinivîsand got ku rojê sê danan xwarina hişk û ya biav didin girtiyan dema girtî vê red dikin ji difna wan xwarina bi av didin wan. 

“ÎNTÎHAR LI HEMBERÎ ME ŞEREKÎ ASÎMETRÎK E”

Li Guantanamoyê întîhara girtiyan qedexe ye. Tu girtî ji 45 deqîqeyan zêdetir bê kontrol nayên hiştin. Vê ne ji bo ku girtiyan difikirin pêk tînin, ji ber difikirin wê li ser raya giştî bandoreke neyênî çêbike û di girtîgehê îstîkrarê xera bike dikin.