Hat xwestin ku bi zorê li rojnamevan Esra belgeya ‘ez endama rêxistinê me’ bidin îmzekirin

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn çû serdana xebatkara çapemeniya azad Esra Solîn a li Girtîgeha Bakirkoyê. Keskîn got ji bo ku Esra Solîn Dal derbasî qawîşê bibe xwestine kaxezeke ku li ser nivîsa ‘Ez endama rêxistinê me’ heyî, bidin îmzekirin.

ZEXTA LI SER ROJNAMEVAN ESRA SOLÎN DAL

Hate destnîşankirin ku nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, ku bi egera karê rojnamevaniyê hatibû binçavkirin, rastî êşkenceya lêgerîna tazî hatiye û ji 26 Nîsanê heya niha li girtîgehê di hucreya tecrîdê de tê girtin. Ev kiryara qirêj a li dijî Esra Solîn Dalê ji aliyê rojnamevanan ve hate şermezarkirin û  Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û got ku êşkenceyên ku li Dalê hatine kirin ne tenê lêgerîna tazî ye.

3 ROJAN XWARIN NEDANE ROJNAMEVAN ESRA SOLÎN DALÊ

Eren Keskîn ku 30'ê Nîsanê çûye serdana rojnamevan Esra Solîn Dalê, ragihand ku Esra Solîn Dal hê jî di hucreya tecrîdê de tê girtin û 3 rojan xwarin nedane Dalê. Eren Keskînê bal kişand ku 3 rojan tenê av û nanê ziwa dane Dalê û her wiha 2 rojan bi tu awayî ji hucreyê nehatiye derxistin. Keskînê destnîşan kir ku Esra Solîn Dal ne te di têketina Girtîgeha Bakirkoyê di heman demê de li Qereqola Vatanê jî li  rastî êşkenceya lêgerina tazî hatiye.

XWESTIN KU BI ZORÊ KAXEZA ‘EZ ENDAMA RÊXISTINÊ ME’ BIDIN ÎMZEKIRIN

Keskînê da zanîn ku kiryarên derhiqûqî ne tenê ev in û bal kişand ku rêveberiya girtigehê hewl daye ku bi zorê ewraqeke ku li ser nivîsa; ‘Ez endama rêxistinê me û dixwazim derbasî vê qawîşê bibim.’ heyî, li Esra Solîn Dalê bidin îmzekirin. Keskînê destnîşan kir ku Esra Solîn Dalê ev kiryara kêfî qebûl nekiriye û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: ‘’Ev bi temamî kiryareke derqanûnî ye. Solînê ev kiryara derqanûnî qebûl nekiriye û xwestiye li gel kesên ku bi heman egerê tên darzindin, bimîne.’’

‘DIVÊ STANDARTIYA COT A MUXALEFETÊ YA DI MIJARA ÇAPEMENIYA AZAD DE WERE NIQAŞKIRIN’

Keskînê da zanîn tevî ku Esra Solîn cara ewil tê binçavkirin jî bi sekneke bibiryar ev kiryarên derhiqûqî û binpêkirinên mafan red kirine û li dijî wan derketiye. Keskînê bi bîr xist ku hewce ye bi awayekî topyekun li dijî van derhiqûqiyên sîstematîk nerazîbûn werin nîşandan. Eren Keskînê got ku dewlet neheqiyeke mezin li rojnamevanan dike û muxalefeta sereke jî vê yekê bes temaşe dike û ev yek anîn ziman: ‘’Erê dewlet azadiya îfadeyê asteng dike û rojnamevanan binçav dike. Lê belê têkildarî vê mijarê nabe ku bes dewlet were rexnekirin, hewce ye bi taybetî jî standartiya cot a muxalefeta sereke ya di vê mijarê de jî were nîqaşkirin.’’

‘BES DI RÊVEBERIYÊN FAŞÎST DE ROJNAMEVAN TÊN GIRTIN’

Keskînê kiryarên li dijî rojnamevanan yên derhiqûqî şermezar kir û ev yek anîn ziman: ‘’Solîn ji ber xebatên rojnamevaniyê hate girtin. Jixwe dadgerî bes pirsên weke; ‘Tu çima nûçeyên tecrîdê amade dikî?’ û ‘Tu çima têkildarî kuştina jinan nûçeyan amade dikî?’ li Solînê kirine. Lê belê Dewleta Komara Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Lê belê Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Hemû peymanên navneteweyî yên ku di Destûra xwe ya Bingehîn de qebûl kirine, bi awayekî derqanûnî binpê dike. Di serdemeke binçavkirina rojnamevanan a ji ber xebatên rojnamevaniyê nayê qebûlkirin û deraqilî ye. Ev yek bes di rêveberiyên faşîst û serdemên derbeyê de, pêk tên. Mixabin ku AKP her tiştên ku serdemekê rexne dikir, niha bi xwe dike.’’