Hamburgera herî buha ya cîhanê hefteya pêşiya me wê bê xwarin
Hamburgera herî buha ya cîhanê hefteya pêşiya me wê bê xwarin
Hamburgera herî buha ya cîhanê hefteya pêşiya me wê bê xwarin
Hefteya pêşiya me roja Duşemê li paytexta Îngiltere Londonê hamburgera herî buha wê bê xwarin. Taybetmendiya vê hamburgera 250 hezar sterlînê Îngilîz e ev e ku di laboratuvarê de hatiye çêkirin.
Goştê sentetik ê ji aliyê zanyarên Hollandayî ve ku ji şaneyên kok ên çêlekekê di laboratuvarê de hat çêkirin, bi meraq tê payîn bê şîroveyên kesên ku wê hamburgera ku di aliyê adanê dedi sedsala 21’emîn de îcadeke herî girîng e çawa ye.
Ji bo goştê di nav hamburgerê de ji zanîngeha Maastrîcht a Hollanda Doktor Mark Post û ekîba wî salên dirêj in, xebatan bi rê ve dibin. Fînansorê vê xebatê jî milyarderekî ku navê xwe aşkera nake. Yekane şertê fînansmankirinê jî dixwaze cara yekemîn hamburgera bê çêkirin tehm bike.
Di mijara hilberîna goşt de pirsgirêka esasî ev e ku di mijara maliyete de hilberîneke pirr buha ye. Ji bo her kîloyeke goşt divê nêzî 10 kîlo nebat were serfkirin. Di goştê estetîk de jî tenê 2 kîlo nebat tê serfkirin.