Gundê Kurdan li Brukselê hate avakirin!

Di çarçoveya Hefteya Çandê ya Kurdistanê de, li Brukselê gundekî biçûk ê Kurdan hate avakirin û çanda Kurdan tê nasandin. 

Hefteya Çanda Kurdistanê ya li paytexta Belçîka Brukselê, ku yekemcar di sala 2014'an de hate organîzekirin, îsal cara çaran tê lidarxistin. Hefteya Çandê ji aliyê Enstîtuya Kurd a Belçîkayê, KNK, NAV-BEL, Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Belçîkayê ve tê organîzekirin. Hefteya Çandê, bi piştgiriya Şaredariya Brukselê, li meydana Spanya (Place d'Espagne) ku li nêzî Grande Place ye, dewam dike. Di çarçoveya hefteyê de, gundekî biçûk ê Kurdan hate avakirin û berhemên dîrokî yên Kurdistanê lê tên nîşandan. Meydana Spanya, bi vî rengî veguheriye muzeyeke vekirî.

Li vê meydanê, maketên bi dehan berhemên dîrokî hatine çêkirin, ku Qesra Îshak Paşa, Heskîf, Sûrên Amedê, Pira Malabadî, Laleş, Dêra Suryanî û Minareya Çar Ling jî di navê de hene.

Çalakiyên li vê derê danê sibehê dest pê dikin û bi govendê, şano, muzîk û konserên hunermendên Kurd heta nîvê şevê dewam dikin. Her roj bi sedan kes serdana vir dikin. Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Amele Can, ku yek ji amadekaran e anî ziman, ku ew dixwazin berhemên dîrokî û çanda li Kurdistanê bi şêniyên Brukselê bidin naskirin.

'EM ŞARISTANIYA KURDISTANÊ NÎŞAN DIDIN'

Hunermend Amele diyar kir, ku girîng e her sal li Brukselê çalakiyeke bi vî rengî tê lidarxistin û got, "Her sal tevlî vê çalakiyê dibim. Berê em bi konekî biçûk tevlî dibûn. Lê îsal em bi konsepteke cuda hatin. Dikarim bêjim, ku îsal em şaristaniya Kurdistanê hem nîşanî gelê xwe yê li Brukselê didin hem jî gelê Brukselê. Gelek mirovên me yên ji welatê xwe dûr in, li nava van berheman digerin û wan dibînin. Pê kêfxweş dibin."

'JI BO QESRA ÎSHAK PAŞA, 50 HEZAR KEVIR HATIN BIKARANÎN'

Hunermend Amele Can ragihand, ku tevî Qesra Îshak Paşa, Heskîf, Sûrên Amedê,  Pira Malabadî, Laleş, Dêra Suryanî, Minareya Çar Ling ew 70 peyker û berheman li vir nîşan didin û wiha dewam kir: "Di nava zor û zehmetiyan de me ev maket amade kirin. Kargeheke me ku em lê dixebitin nîne. Tevî hevalê xwe yê hunermend Yilmaz, me li Dortmûndê li komeleyekê ev amade kir. Derfetên me kêm bûn û di nava 3 mehan de me amade kir. Bi kedeke mezin hate amadekirin. Ji bo çêkirina Qesra Îshak Paşa 50 hezar kevir hatin bikaranîn. Ev hemû kevirên biçûk hatin bicihkirin û qesr hate çêkirin. Ji bo mîna rastiya xwe be, hemû detayên berheman bi baldarî hatin çêkirin. Dixwazim berhemên dîrokî yên li Rojihlata Navîn û Şaristaniya Mezopotamyayê nîşan bidim."

Hefteya Çanda Kurdistanê, wê bi çalakiyên hunerî îro danê êvarê biqede.