Gotinên Ocalan di çapemeniya cîhanê de ye

Gotinên Ocalan di çapemeniya cîhanê de ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şandeya sêyemîn a BDP’ê re hevdîtin pêk anî û got: “Ez ê di 21’ê Adarê de bangek dîrokî bikim”. Ev gotinên Ocalan dengeke mezin di çapemeniya cîhanê de veda. Ajansên navdar ên cîhanê yên weke Reuters, AFP, BBC û DPA’yê van gotinên Ocalan bi awayê “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêngaveke dîrokî’ nirxandin.

Şandeya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û da diyarkirin ku dê Ocalan 21’ê Adarê ango roja Newrozê daxuyaniyek bide. Ev peyama Ocalan hate ragihandin:

 “Di çarçoveya vê armancê de xebatên min yên ji bo Newroza 21’ê Adarê peyamekê bidim didomin. Ez dê bangaweziyek dîrokî bikim. Ev banga min dê ji bo aliyê leşkerî û hemû aliyên siyasî agahiyên têr bin. Ez dixwazim meselaya çekê jî bêy ku xwîne yekê jî birije çareser bikim. Ji bo vê çendê ez piştgiriya parlementoyê ku nûnertiya îradeya mezin dike û partiyên siyasî girîng dibînim. Birastî ez hêvî dikim ji bo paşvekişan lez çêbibe, ew qas lez jî parlemento tişta pêwîst bike. Ez hêvî dikim ku, çiqas pêvajo pêş bikeve, ez bikarim rayagiştî agahdar bikim.”

Ev daxuyaniyên Ocalan ji duh ve di çapemeniya cîhanê de dengeke mezin veda. Ajansên navdar ên cîhanên yên weke Reuters, Ajansa Nûçeyan a Franseyê AFP û Ajansa Nûçeyan a Alman DPA bi sernavên weke “Ocalan dê bangeke dîrokî bike”, “Di pirsgirêka Kurd de hêviya çareseriyê” û “Dibe ku Ocalan banga agirbestê bike” ev nûçe ragihandin.

Di nûçeyan de şîroveyên ku dibêjin Ocalan ji dawiya sala 2012 ve bi rayeadrên hukûmeta Tirk re hevdîtinan pêk tînin û wih hate gotin: “Pêvajoya 30 salan a pevçûnê êdî gihiştiye ber dawîbûnê.” Ajansên nûçeyan ên navneteweyî destnîşan kirin ku dibe Ocalan plana xwe ya aşitiyê aşkere bike û bal kişandin ku awir vegeriyane ser Newroza Amedê ya ku dê 21’ê Adarê pêk bê.

Ajansên nûçeyan ên navneteweyî şîrove kirin ku dibe li gel banga Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke dîrokî dest pê bike û yek ji kanalên herî navdar ên nûçeyên cîhanê BBC daxuyaniya Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku piştî hevdîtina bi Ocalan re da û peyamên Ocalan ragihand, di nava nûçeyên xwe yên herî li pêş de weşand.,

Her wiha hate diyarkirin ku hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de berdweam dikin û îşaret bi wê yekê hate kirin ku “pêşbîniya çekdanîşn û vekişîna gerîlayan ji nava sînoran ne dûr e.”