Gorbaçov rakirin nexweşxaneyê

Gorbaçov rakirin nexweşxaneyê

Serokdewletê dawî yê Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sowyeta Mîkaîl Gorbaçov, duh bi şev rakirin nexweşxaneyê.

Gorbaçov daxuyanî da ajansa Ria Novosti û got, "Rewşa min a tenduristiyê ev hefteyeke cidî bûye, min rakirin nexweşxaneyê". Gorbaçov diyar kir ku ew bi monîtorekê ve hatiye girêdan, lê negot li kîjan nexweşxaneyê ye.

Gorbaçov ê Hezîrana par careke din ji bo kontrola tenduristiyê çû nexweşxaneyê, tê gotin ku nexweşê diyabetê ye.