Gokçen: Hunera min têkoşîna min e

Hunermendê Kewandin û Rolyefê Mehmet Selîm Gokçen got, ew li ber asîmîlasyonê radibe û bi rêya hunera xwe têdikoşe.

Hunermendê Kewandin û Rolyefê Mehmet Selîm Gokçen ê 63 salî, ku li navçeya Qoser a Mêrdînê ji dayik bû, ji ANF'ê re qala hunera xwe û mîsyona wê kir.

Mehmet Selîm Gokçen diyar kir, bi hunera ku afirîneriya aqil û mejî ye, dîrok tê nivîsandin û got, huner ne bi hejmarê lê bi kûrahî û perwerdeyê dikare bê afirandin.

Gokçen  got, "Huner, tiştekî genetîk nîne. Ez ji xwe dizanim. Di zarokatiya xwe de, ez xwendekarekî ku bala xwe li ser hunerê, li ser xêzkirina wêneyan hebû, bûm. Timî di nava lêgerînekê de bûm. Her çend ji mîmarên hostayê kevirê Mêrdînê jî bim, bi salan lêgerîna min a li ser wêne û hunerê car carna bi çêkirina peykeran dewam kir. Li Stenbolê, di pêşangehekê de hevalekî min ê hunermend pêşniyar li min kir ku wêneyên kewandinê çêbikim, tabloyên bi vî rengî çêbikim. Piştî ku vegeriyam Mêrdînê, min zehmetî kişand ku textê karibim li ser neqşê bikim, bibînim. Di destpêkê de min kontrplakên du deriyên berê li atolyeyeke mobîlya girt û tabloya Hz. Îsa li ser çêkir. Min fêhm kir ku ev textê bi kar tînim, ne yê rast e. Piştre min textê rast peyda kir û dest bi neqişandina çanda Kurd û xeml û rewşa Rojhilata Navîn kir."

BI BÊHNFIREHÎ DIXEBITE Û HILDIBERÎNE

Gokçen destnîşan dike, ku ew hunermendekî Kurd e û hewl dide neqş, çîrok û navên nemir ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hunera xwe derxîne holê û bineqişîne. Gokçen got, "Dizanim ku ji bo hunerê divê bêhna mirovan fireh be. Bi vê hesasiyetê, ez bi sebir dixebitim û hildiberînim." Gokçen anî ziman, ku ev 8 sal in ew bi rengekî profesyonel vê hunerê dike.

PERWERDEYA HUNERA XWE DIDE

Gokçen got, "Ez xwendekarên emrê wan biçûk e, ku ji aliyê Muzeya Mêrdînê ve hatine şandin, perwerde dikim. Li Atolyeya xwe perwerdeyê didim zêdeyî 15 perwerdekarên dixwazin weke hobî vê hunerê bidomîne. Îsal li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, min perwerdeya wêne û peykeltraşê weke dersên çand û hunerê da. Ez bê navber perwerdeya vê hunerê didim."

AQÛBETA WAN A PIŞTÎ QEYÛM

Gokçen diyar kir, koleksiyoneke wî ya taybet heye û da zanîn, ku piştî qeyûm hate tayîn kirin, ew bi aqûbeta tabloyên xwe yên li ser daxwaza şaredariyên li Kurdistanê amade kir û radest kir, nizane. Gokçen got, "Zêdeyî 100 koleksiyonên min ên taybet hene, ku navên Derwêş û Adulê, Rustemê Zal, Şahmaran, Ahûra Mazda, Kawayê Hesinkar, Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanî, Yilmaz Guney, Ayşe Şan, Osman Sabrî, Hamûrabî, Aram Tîgran û Cegerxwîn hene. Mîna Şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê gelek şaredariyên me tabloyên taybet xwestin. Min jî amade kir û da wan. Ez nizanim, piştî tayînkirina qeyûm çi bi serê wan tabloyan hatiye."

Di dawiya axaftina xwe de Gokçen anî ziman, ku çand û huner, şop û birînên şer dikewîne û got, "Huner rehabîlîte dike. Çand û huner, ruhên mirî xwedî dike, zindî dike. Êşên hatine serê civaka me bê dawî ne. Bi rêya çand ûhunera xwe, divê em li ber vê rawestin. Nabe ku em bandora rahabîlîteyê ya hunerê ji nedîtî ve bên. Divê em hê bêhtir piştgiriyê bidin saziyên xwe yên çand û hunerê."