Girtiyên li girtîgeha Muslimiyê wek mertal tên bikaranîn
Girtiyên li girtîgeha Muslimiyê wek mertal tên bikaranîn
Girtiyên li girtîgeha Muslimiyê wek mertal tên bikaranîn
Rewşa girtiyên di Girtîgeha Muslimiyê ku ev demeke buye cihê şerên rejîma Sûriyê û Komên çekdar pir nebaşe. Herî dawî du girtiyên bi navên Edîb Qenber û Ehmed Horo piştî ku mehkumiyeta xwe ya di Girtîgeha Muslimiyê ya bajarê Helebê bi dawî kirin, bi şert serbest hatin berdan û gihîştin taxa Şêxmeqsûd ya bajêr. Girtiyan da zanîn li gora hevpeymanekê di navbera rêjîma Baas û Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor ên ku xwarin derbasî girtîgehê dikirin ji bo ku girtiyên mehkumiyeta xwe bi dawî kirine werin berdan, hatin berdan.
Girtiyê bi navê Edîb Qenber 7 salan û Ehmed Horo jî 5 salan bi tewambariya kuştinê di girtîgeha Muslimiyê diman, piştî ku li gora hevpeymanekê di navbera rêjîma Baas û Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor ên ku xwarin derbasî girtîgehê dikirin ji bo ku girtiyên mehkumiyeta xwe bi dawî kirine werin berdan, hatin berdan . Herdu girtiyên hatin berdan derbarê rewşa girtîgehê de ji ANHA'yê re axivîn û wiha anîn ziman: "girtiyên girtîgehê di rewşeke kambax re derbas dibin. Her wiha madeyên xwarin û dermanan jî gelekî kêm in û li aliyekî din jî di demên pevçûnan de hêzên rêjîmê girtî wek mertal bi kar dianîn.”
Herdu girtiyan di axaftinên xwe de ev tişt gotin: "Tevî ku ji 9 mehan ve girtîgeh hatiye dorpêçkirin, komên çekdar nahêlin madeyên xwarinê derbasî girtîgehê bibin û madeyên ku di rêya Heyva Sor a Sûriyê re derbas bûne jî, rayedarên girtîgehê desteser dikirin û difrotin girtiyan. Ev yek jî rewşa girtiyan kambaxtir kir."
Qenber û Horo di axaftinên xwe de wiha rewşa tê de derbasbûn anîn ziman; "Ji ber topbarankirina girtîgehê ji aliyê hêzên ku girtîgeh dorpêçkirine, ceyrana girtîgehê bi temamî hatiye birîn. Bi tunebûna ceyranê jî ava girtîgehê hate birîn. Vê yekê rewşa girtiyan aloztir kir." Herdu girtiyan wiha gotinê domandin: "Rayedarên girtîgehê ev rewş ji xwe re wekî derfetekê didîtin û madeyên xwarinê yên sereke wekî nan ku destek bi 6 hezar leyreyan difirotin." Her wiha Qenber û Horo diyar kirin ev rewş bû sedema gelek nexweşiyan wek nexweşiya wêranê bêyî ku werin dermankirin ji ber ku derman di girtîgehê de tune bû.
Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de û ji aliyekî din ve jî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê, bû serdema kuştina gelek girtiyan û di hewşa girtîgehê ku cihê bihinvedana girtiyan bû, dihatin binaxkirin.