Generalê Libyayî: Tirkiye hê jî piştgiriyê dide rêxistinên terorê
Generalê Libyayî: Tirkiye hê jî piştgiriyê dide rêxistinên terorê
Generalê Libyayî: Tirkiye hê jî piştgiriyê dide rêxistinên terorê
Ji Lîbyaya ku piştî Muammer Kaddafî av nesekinî û hewldanên ku Îslamgirên radîkal desthilatdariyê bi dest bixin, bi hemû leza xwe didome. Serfermandarê Giştî Tumgeneral Nazurî diyar kir ku Tirkiye hê jî piştgiriyê dide Îslamgirên radîkal.
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Neteweyî ya Lîbya Tumgeneral Abdul Rezzak el Nazurî, diyar kir ku li xaka Lîbya çeteyên DAIŞ hene û got ku Tirkiye û Katar çekan dide wan.
El Nazûrî di roportaja ku rojnameya el Vasat a li Lîbya weşanê dike pêre kir, got ku komên çekdar bi çekdayîna ji derve bi hêvî ne. El Nazurî da xuyakirin ku wêneyên têkildarî keştiya “Tirk” a li Berbenda Misrata û balafirên “Katar” ên li Balafirgeha Muaytîka ya Îslamgirên radîkal bi dest xistin hene û diyar kir ku Katar û Tirkiye DAIŞ û Birayên Misilman bi çek dike.
Rayedarê leşkerî anî ziman ku wê di nav salekê de li Lîbya tedbîran bigirin û welêt ji olperestên radîkal paqij bikin.
Serfermandarê Giştî yê Lîbya careke din, bal kişand ser mirinên li Lîbya rû didin û rola hilweşîner a Tirkiye û Katar.