Generalê DYA’yî : Mudaxelekirina Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyê me ye
Generalê DYA’yî : Mudaxelekirina Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyê me ye
Generalê DYA’yî : Mudaxelekirina Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyê me ye
Hevserokê Fermandariya Giştî yê DYA Martîn Dempsey, got ku rêveberiya DYA naxwaze mudaxeleyî Sûriyeyê bike. Dempsey, îdia kir ku bidestxistina desthilatdariyê ya dijberên Beşar Esad ne li gorî berjewendiyên DYA ye.
General Dempsey, di nameya ku ji kongreya DYA re şandiye û Assosiated Press (AP) ev name bi dest xistiye de daye xuyakirin ku artêşa DYA xwedî wê hêzê ye ku hêza hewayî ya Sûriyeyê bê bandor bike. Dempsey got, “Lê belê tê vê wateyê ku DYA careke din li welatekî Rojhilata Navîn ê di dema pêş de aştî xuya nake, aloziya etnîkî zêde bûye de bikeve çiravê.”
General Dempsey, got “Di rastiya Sûriyeyê de mijar ne alternatîfa di navbera her du aliyan de ye, di navbera gelek aliyan de pêşxistina alternatîfan e.
Eger em ê alî hilbijêrin, divê aliyek wiha be ku dema tewazuna hêzê veguhere lehê wan, berjewendiyên xwe û yên me biparêzin. Ev di rewşa heyî de nîn e.”