Gaveke ciwan û şoreşger a muzîka Kurd: Koma Hevra

Koma Hevra ku ji Civata Muzîkê ya Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê pêk tê, ji 4'ê Nîsana 2019'an û vir ve karekî serketî dimeşîne.

Di demekê de ku di muzîka Kurd de gavên şexsî û kesayet li pêş in, Koma Hevra ji aliyê ciwanan ve hate avakirin. Weke nîşaneya 'Muzîka Kurd a polîtîk qet nemiriye' dikeve sala xwe ya 5'an.

Di nava Muzîka Kurd de ku kesayet derdikevin pêş û hewl tê dayin ku ji kevneşopiya muzîka şoreşger bê qutkirin, Koma Hevra sala 2019'an ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hate avarkirin.

Hem kevneşopiya muzîka şoreşger, hem jî kevneşopiya komê jinûve geş kir û gihand gel. Di vê demê de gelek zext û zordarî li komê hate kirin. Di nava 2 mehên dawî de 2 konserên komê hatin qedexekirin.

Koma Hevra ku li gel zext û zordariyê jî karê xwe dewam dike, ji komeke muzîkê wêdetir xwe weke komuneke çandê dibîne. Her wiha ji xwe re dike armanc ku navendeke çandê ava bike, hunera şoreşgerî, hunera Kurd hînî ciwanan bike.

Projeyeke din a Hevra jî avakirina koma muzîkê ya jinê bi navê Hevra Jin e. Ji bo vê jî dest bi amadekariyan kiriye.

Stranên nû yên Koma Hevra doh hatin weşandin ku diyarî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê hatin kirin.