Fransa: Em ji bo Kobanê seferber dibin
Fransa: Em ji bo Kobanê seferber dibin
Fransa: Em ji bo Kobanê seferber dibin
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius daxuyaniyek da û got:"Em ji bo Kobanê seferber dibin."
Wezîrê Fransayê, li Parlementoya Neteweyî ya Fransayê bi devkî bersiv da pirseke derbarê rewşa Kobanê de û got: “Ala reş terorîstên DAIŞ’ê, li deriyeke yê bajarê Kobanê diheje.”
Daxuyaniya Wezîrê Frensî wiha ye:
"Mixabin, ne koalîsyona Amerîka-Ereban, ne jî hêzên Kurdan nekarîn pêşî li êrîşa DAIŞ’ê bigirin.
Li Kobanê trajediyek çêdibe, divê em hemû bikevin nava tevgerê.
Franseyê, li Iraqê pêşî çek daye Kurdan, piştre jî em bi balafirên xwe ketin nava tevgerê û me bi awayeke aşkere mudaxeleya leşkerî hilbijart.
Em ji bo Kobanê seferber dibin. Vê sibê jî ez bi hempîşeyê xwe yê Tirk re axivîm. Ji bo helwesta li hemberî vê rewşa lezgîn, Serokkomarê Franse û Serokkmarê Tirk jî wê îro piştî nîvro heman tiştê bikin.
Em bi Amerîkaya ku ji bo vê herêma bakûrê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk tîne û wê pêk bîne re di nava peywendiyan de ne.
Em jî li herêmê bi hêzên çekdar re li dijî DAIŞ’ê hevkariya xwe ya taybet xurt dikin. Li Kobanê gelek tişt tên lîstin. Ji bo rawestandina DAIŞ’ê û şûnde vegerandina wan divê her tişt bê kirin.”