FKÊ: Di vê demê de zexta li ser Êzdiyan zêde bûye

FKÊ: Di vê demê de zexta li ser Êzdiyan zêde bûye

Federastona Komeleyên Êzdiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku di van demên dawî de li Bakurê Kurdistan zexta li ser Êzdiyan zêde bûye.

Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) di daxuyaniya ku weşand de destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û her wiha daxwaz û xwestekeke Êzdiyan ji bo vegera ser xaka xwe zêde bûne de zexta ku di demên dawî de li ser Êzdiyan tê kirin ne tesadûfî ye û wiha berdewam kir: “Bi van zordestiyan dixwazin çavên Êzdiyan bitirsînin û pêşî li vegera wan bigrin. Her wiha dixwazin çavên çend malbatên mane jî bitirsînin û bi vî rengî ew jî mal û mulkên xwe bihêlin û birevin.”

Daxuyaniya FKÊ bi van sererêzan berdewam dike:

“Di vê demê de ku behsa çareseriya demokratîk tê kirin û hemû kesên neçar koçber bûne dixwazin vegerin ser ax û ava xwe, zora li ser Êzdiyan roj bi roj zêdetir dibe. Gundê Bahçecik ji bo Êzdiyan ji bilî maddî xwedî manewiyeteke mezin e. Dema mirov behsa Êzdiyên li Amedê dike, Bahçecik tê bîra mirov. Li vî gundî tenê malbateke Êzdî maye. Êzdiyên vî gundî ji neçarî welatê xwe, gundê xwe, av û axa xwe terk kirine û koçber bûne. Niha Qeymeqamiya Sûrê ya bi ser Amedê ve dixwaze li vî gundî mizgeftekê çêbike.

Dîsa beriya çend rojan li navçeya Riha Wêranşarê Êzdiyekî bi navê Emer Guden ji gundê Tintirîk, ji ber ku tapûya xwe nedaye wan, rastî êrîşa cîranên xwe yên Misliman hat. Cîranên dixwazin bi zorê tapûya wî ji dest bigirin. Bûyerên bi vî rengî dema dawî li Wêranşarê gelekî zêde bûne. Bi zorê dest datînin ser malên wan an jî pereyan weke xûkî dixwin.

Beriya demekê jî li navçeya Mêrdîn Midyadê li gundê Kîwexê ziyareta Êzdiya xera kiribûn û darên gund birîbûn. Ji xwe navê gund jî bi Tirkî kirin Îslamkoy. Ji xwe tê zanîn ku eşîrekê dest daniye ser gundê Êzdiyan Kelhokê.

Di vê demê de ku bahsa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê kirin, heyecana vegera ser ax û ava xwe di nava Êzdiyan de zêde bûye. Di demeke wisa de zor û çewisandinên li ser Êzdiyan jî zêde bûne. Xuyaye ev bûyer tev ne tesaduf in. Ev parçeyê planekê ne, ku naxwazin Êzdî vegerin welatê xwe. Bi van zordestiyan dixwazin çavên Êzdiyan bitirsînin û pêşî li vegera wan bigrin. Herweha dixwazin çavên çend malbatên mane jî bitirsînin û bi vî rengî ew jî mal û mulkên xwe bihêlin û birevin."

Di daxuyaniye dê tê destnîşankirin ku dewlet bi van polîtîka û rêbazan nagihîje armanca xwe û wer berdewam dike:

“Bûyerên bi vî rengî, çi ji aliyê dewletê ve û çi jî ji aliyê Kurdên me yên Misliman ve nayên qebûlkirin. Divê dewlet zanibe ku bi lêkirina mizgeftan li gundên Êzdiyan û bi zora li ser wan, wê negihîjin armanca xwe. Ev mejiyê asîmîlasyonê û qebûlnekirina kesên din bû sedem ku bi deh hezaran mirovên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest bidin. Ev mejî mejiyekî seqet e û divê dev jê bê berdan. Bi zorê wê nikaribin îradeya me bişkînin."

Di daxuyaniyê de banga hevgirtin û yekîtiyê li gel tê kirin û wiha bi dawî dibe: "Kurdên me yên zorê li birayên xwe yên Êzdî dikin jî, divê dev ji vê yekê berdin. Bi zora li ser birayên xwe yên Êzdî û xwarina mal û mulkên wan ew jî xizmeta dewletê dikin. Lewma jî ev yek bi rengekî din cerdevaniya dewletê ye. Divê ew çavên xwe bernedin mal û mulkên birayên xwe û berovajî wê vegera Êzdiyan teşwîq bikin. Ji ber ku bi vî rengî ew dikarin neheqiya sedsalan a li birayên xwe kirine bidin ji bîr kirin.

Di dawî de weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan em van zordestiyên li ser Êzdiyan şermezar dikin û bang li saziyên civakî yên sivîl û mirovên pêşverû dikin ku piştevaniya Êzdiyan bikin."