Fîlmên Kurd li Stenbolê digihin hev

Festîala Fîlman a Kurdan a Stenbolê ku ji hêla Kolektîva Sînameyê ya Mezopotamyayê ve wê were organîzekirin ji çar parçeyên Kurdistanê û ji deverên din wê fîlmên Kurdan li Stenbolê bîne cem hev.

Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê ku îsal cara pêşî wê pêk were di navbeyna 6-10'ê Adarê de ji hêla Kolektîfa Sînameya Mezopotamyayê ve tê organîzekirin. Fîlmên festîvalê wê li hêwana Elmedagê ya Stenbolê ya Kolektîfê were nîşandan. Di festîvalê de bi giştî wê 34 fîlmên dirêj, kin û dokumanter werin nîşandan.

Têkilî festîvalê Veysî Altay ê derhêner ku di nav organîzasyona Kolektîfê de ye, got, heta niha fîlmên ku li Ewropayê yan jî li parçeyên din ên Kurdistanê hatin kişandin li Stenbolê nedihatin ber temeşevanan û diyar kir, ''Em dixwazin van fîlman bînin ber temeşavanên Stenbolê''.

HEM WÊ WERE TEMAŞKIRIN Û HEM JÎ NÎQAŞKIRIN

Altay diyar kir festîval wê berfireh be, ji çar parçeyên Kurdistanê an jî Ewropayê û li deverên din fîlmên têkilî Kurdan û yên ku ji hêla derhênerên Kurd ve hatine girtin, an jî fîlmên ku lîstikvanên wan Kurd in, li festîvalê wê bînin ber temaşevanan û got, li gel fîlmên dirêj, kin û dokumanteran wê 34 berhem di festîvalê de hebin. Altay  got, ''Her wiha li ser sînameya Kurd wê panêl çêbibin. Di vê festîvalê de hem wê sînameya Kurd were temaşekirin û hem jî nîqaşkirin. Girîng e ku mirov li rabirduyya sînameya Kurd, li rewşa wê ya berdest, dahatuya wê, têkiliya wê ya bi mêtingeriya wê, ziman û şêwaza wê were nîqaşkirin. Armanca me di serî de ew e ku em keda xwe li hilberandina sînameya Kurd zêde bikin.''

''PÊDIVIYA ME BI REXNEYÊN TEMAŞEVANÊN ME HEYE'

Altay bi domdarî got ev despêkek e û domand, ''Dibe ku hin kêmasiyên me hebin, belkî bernameya me ji bo gelek mirovan kêm were dîtin lê em dibêjin ev gava pêşî girîng e'' û bang kir, ''Em bang li temaşevanên xwe dikin ku xwedî li vê festîvalê derkevin. Pêdiviya me bi temaşevanên heye ku bi rexneyên xwe hem fîlman û derhenêran û hem jî me têr bikin.''

Altay her wiha got 24 an jî 25 derhêner wê tevlî festîvalê bibin û hin fîlmên ku wê tevlî festîvalê bibin wiha da:

*Fîlmê dirêj ê Ender Ozkahraman ê bi navê ''Biryareke zor'', derhêner jî wê hazir be.

* Derhênerê fîlmê “Di Navberê De” (Arada) Alî Kemal Çinar, wê ji Amedê were.

*Ozcan Alper ê ku anîmaasyona ê têkilî Sûrê ''Kavil'' çêkirî.

*Ji Rojhilat derhênerê fîlm ê Jîna bê jiyan, Kaveh Moeînfar

*Fîlmê Zagros ê Sahîm Omar  Kalîfa, ku gelek xelatên navnetewî standiye.

*Fîlmê 'Bîr' ku çîroka Dayikên Şemiyê û nebediyan dibêje.

'Efsaneya Kralê Nexweşik' ê Huseyîn  Tabak,

*Fîlmê ''14'ê Tîrmehê' yê Haşim Aydemîr,

* Ê Husseîn Hasan  “Reşeba”,

* Ê Alî Guler “Şeva Xîzê”

*Ardîn Dîren, ''Her malek dibistanek''

*Her wiha fîlmên ku Komûna Fîlman a Rojava girtî jî wê li festîvalê hazir bin.