Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' wê li 10 bajarên Elmanyayê bê weşandin

Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ku qala fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê û têkoşîna şervanên azadiyê ya ji bo rizgariya xelk û Şengalê dike, wê di meha Cotmehê de li gelek bajarên Elmanyayê bê nîşandan.

Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hate çêkirin û Dersim Zerevan derhênerî jê re kir.

Fîlmê drama û dokumenterî, êş û azarên ku li Şengalê rû dan, şervanên azadiyê û dayikên berxwedêr nîşan dide.

Fîlmê ku ji 6 beşan pêk tê wê meha Cotmehê li 10 bajarên Elmanyayê bê nîşandan.

Derhênera Fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' Dêrsim Zerevan ji ANF'ê re axivî.

Dêrsim Zerevan diyar kir ku fîlm behsa çîrok û serpêhatiya fermana 73'an a li Şengalê dike û got, "Fîlm rastiya şervan û siwariyên ku berê xwe dabûn Şengalê vedibêje."

Derhênera fîlm anî ziman ku fîlm di nava şert û mercên ku şopên fermanê hîn zindî bû hate amadekirin û got, "Ji bo em vê dîrokê ji hemû cîhanê bidin naskirin me biryar dan fîlm amade bikin. Koma me ji mirovên enternasyonal pêk dihat. Gelê me yê Şengalê, Rojava û şervanên wê her kes tevlî vî karî bûn."

Dêrsim Zerevan bi bîr xist ku 12 şervanên azadiyê ji bo pêşî li fermanê bigirin berê xwe dabûn Şengalê û got, di fîlm de qala çîroka şervanên azadiyê kirine.

Dersim Zerevan destnîşan kir ku ew weke koma fîlm serbilind in ku fîlmekî bi vî rengî amade kirine û pêşkêşî gel dikin.

Bernameya nîşandana fîlm a li Elmanyayê bi vî rengî ye:

BERNAMEYA NÎŞANDANA FÎLM

STÛTTGART
Dem: 20.10.2023
Saet: 18:30
Cih: Siemensstrasse 150, 70469 Stuttgart - Feuerbach

HAMBÛRG
Dem: 09.10.2023
Saet: 20:00
Cih: Zeise Kinos
Friedensalle 7-9, 22765 Hamburg

TUBÎNGEN
Dem: 06.10.2023
Saet: 18:15
Cih: Arsenal Kino
Hintere Grabenstrasse, 72070 Tubîngen

HEÎDELBERG
Dem: 21.10.2023
27.10.2023
Cih: Karlstor Kino
Marlene-Dietrich-Platz 3, 69126 Heidelberg

MAÎCHÎNGEN
Dem: 27.10.2023
Saet: 18:30
Cih: Deutsch Kurdischer Kultur Verein
Berliner Strasse 20, 71069 Maichingen

BENSHEÎM
Dem: 08.10.2023
Saet: 17:00
Cih: Luxor-Filmpalast Bensheim
Berliner Ring 26, 64625 Bensheim

LEVERKÛSEN
Dem: 23.11.2023
Saet: 19:00
Cih: Komunnales Kino im Forum
Am Buchelter Hof 9, 51373 Leverkusen

DRESDEN
Dem: 17.10.2023
Saet: 20:00
Cih: Zentralkino
Kraftwerk Mitte 16, 01067 Dresden

BERLÎN
Dem: 09.10.2023
Saet: 17:30
Cih: Babylon
Rosa-Luxemburg-Strasse 30, 10178 Berlin

SAARBRUCKEN
Dem: 15.10.2023
Saet: 12:00
Cih: Filmhaus
Mainzer Str. 8, 66111 Saarbrucken