Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt

Fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin, di du festîvalên cuda yên fîlman de ku roja Şemiyê li Lugano û Bangkokê hatin lidarxistin, xelata "Fîlmê Herî Baş" wergirt.

Di 10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê (Swîsre) de "Xelata Fîlmê Herî Baş û Mafên Mirovan a 2023’yan" ji bo fîlmê "Gava Şitil Mezin Dibin" ku li Rojava hatiye kişandin hate dayîn.

Jûriya Festîvalê der barê fîlmê de ev daxuyanî da: "Fîlmek ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sînemayê hatiye çêkirin. Fîlm çîrokeke ji rêzê û nayê texmînkirin bi dilxwaziyeke mezin pêşkêş dike û dem û derfetê dide temaşevanan ku karibin li ser rastiya pê re rû bi rû maye fikire, bendewariyên me timî zêde dike. Ev fîlma ku rêwîtiya bav û keça wî ya li herêmeke ku piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê dişopîne, bi rêbaza xwe ya li hemberî rastiya însanî û sosyo-aborî ya Rojava ya hemdem, bi berhevhanîneke zirav re vegotina neo-realîst îfade dike. Bêyî ku em xwe bigirin, rasterast dikeve dilê mirov."

Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin. Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nikarîbû were Luganoyê.

Her wiha peyama bi vîdeoyê ku Rêger Azad Kaya şandibû jî hate nîşandan. Kaya di peyama xwe de ev tişt anî ziman: "Em bi armanc û hêviya avakirina cîhaneke baş hatin gel hev. Em vê xelatê diyarî sivîlên di şer de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane dikin. Bi taybetî di van demên dawî de bi dehan welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Nexweşxane, navendên binesaziyê, depoyên avê, saziyên sivîl û kargeh hatin bombebarankirin. Em weke Komuna Fîlman a Rojava we silav dikin, ji hemû fîlmçêkerên beşdarî festîvalê bûne re serkeftinê dixwazin. Ji bo vê xelatê em spasiya we dikin û divê em bibêjin ku em gelek bextewar in. Bi hêviya rojên xweş…”

LI BANGKOKÊ JÎ XELAT stendin

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ roja şemiya borî di "Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bangkokê" ku mezintirîn festîvala navneteweyî ya fîlman li başûrê rojhilatê Asyayê ye xelata "Fîlmê Herî Baş" wergirt.

NAVNASA FÎLMÊ

Nav: Gava Şitil Mezin Dibin

Cih: Rojava / 2022 / 83 deqîqe

Derhêner: Rêger Azad Kaya

Ziman: Kurdî

Lîstikvan: Ahmet Arîf Hecano, Sîba Mihemed Elî, Mistefa Mihemmed Elî

ARMANCA FESTÎVALA LUGANOYÊ

10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê di navbera 19-29 Cotmeha 2023’yan de pêk hat. Festîval bi armanca bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya mafên mirovan e. Bi vê boneyê bi temaya “Mafên Mirovan” deh rojan nîqaş û nîşandana fîlman hatin lidarxistin. Komîteya Festîvalê li ser çima festîvaleke bi temaya mafên mirovan lidar dixin de ev daxuyanî da: “Armanca me ya sereke ew e ku em girîngiya mafên mirovan ji aliyê raya giştî ya berfireh ve bidin naskirin, binpêkirina mafên mirovan şermezar bikin û cih ji van mafan re bê vekirin ku hurmetê nîşanî van mafan bidin, destekê bidin kampanyayên ku ji bo rûmeta mirovahiyê dixebitin û diyarker in. Ji bo em nîşan bidin bê ka sînema çawa bi domdarî cihê şahidiyê û derfeteke ji bo fikirandinê ye, me cih da filman û pêşbirka filmên metrajdirêj a navneteweyî li dar xistin."

RÊGER AZAD KAYA KÎ YE?

Rêger Azad Kaya, derhênerê fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin, di sala 1992’an de li Agirî ji dayik bûye. Li Zanîngeha Akdenîzê beşa Radyo-Televizyon û Sînemayê xwendiye. Paşê çû Rojava û kurtefîlm û belgefîlm kişand. Paşê fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin kişand. Rêger Azad Kaya hê jî li Rojava ye û xebatên xwe yên sînemayê didomîne.