Fîlma 14'ê Tîrmehê li ser Youtube ye

Fîlma ku mijara wê wê berxwedana 14'ê Tîrmeyê ye, ji hêla MîrFîlm ve li Youtubeyê hate barkirin.

Fîlma '14'ê Tîrmehê' ku behsa êşkenceya Girtîgeha Nimro 5 a Amedê dike û berxwedana li zindanê vedibêje, piştî nîşandana li hêwanan û bi DVD'yên kete piyaseyan li Youtubeye hate barkirin.

Hazirî û girtina fîlm 3 salan ajot. Di fîlm dee ku encama lêkolînên berfireh e, ji Mezlûm Dogan heta bi êşkencekar Esat Oktay Yildiran bûyeran vedibêje, her wiha mîna belfgefîlmekê ye jî.


BERXWEDANA MEZIN BI XWE RE SERFIRAZÎ ANÎBÛ

Li Girtîgeha Nimro 5 Amedê, 1982'an ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê were bêkarîgerkirin, hovîtî û êşkenceyên giran hatibûn kirin.

Berxwedana Mezin a Zindanê ku yek ji damezirînerê PKK'ê û Endamê Komîteya Navendî Mezlûm Dogan dabû destpêkirin, 17'ê Gulanê bi çalakiya qehremaniyê ya Çaran domandibû û bi çalakia Rojiya Mirinê ya Mezina 14'ê Tîrmehê gihaştibû qonaxa serfiraziyê.

Mirov ji van lîkan dikare li fîlm binere: https://www.youtube.com/watch?v=OW1guJNuTZI&feature=youtu.be