Festîvala Mûnzûr hate qedexekirin

17’emîn Festîvaala Çand û Xweza ya Mûnzûr ji aliyê Walîtiya Dersimê ve hate qedexekirin.

Li Dersimê 17’emîn Festîvaala Çand û Xweza ya Mûnzûr ku hemû amadekariyên wê qediyaye ji aliyê Waltiya Dersimê ve bi şandina daxwaznameyake ji bo komîteya amadekariyê qedexe kir.

Walîtiyê diyar kir ku li Dersimê ji derveyî daxuyaniya çapemeniyê, civîn, xwepêşandan, meş, stand danîn, belavok belavkirin, çalakiyên kon, çalakiyên rûniştinê, di çarçoveya qanûna meş û xwepêşandan û civînan a 2911 her cure aktivîteyên bê lidarxistin, di pêvajoya Rewşa Awarte de qedexe ye.