Festîvala Film Amed bi “Her Malek Dibistanek” dawî bû

Festîvala Film Amed a ku îsal a 7’emîn hatî lidarxistin, bi pêşandana belgefilma, "Her Malek Dibistanek” bi dawî bû.

Festîvala Film Amed Belgesel ku ji hêla Komelaya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn ve  îsal ya 7’emîn hate lidarxistin, bi belgefilma, “Her Malek Dibistanek” bi dawî bû.
Endamên TJA’yê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Akdenîz û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî festîvalê bûn.
Di pêşandana filmê de greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê hatî destpêkirin hate bibîrxistin û banga xwedîderketina berxwedanê hate kirin.
Bi destpêkirina filma “Her Malek Dibistanek” re temeşevanan dirûşmeya, "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.