Festîvala Êzidiyan bi coş hate lidarxistin

1’emîn Festîvala Çandê ya Êzidiyan li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi coş hate lidarxistin.

Festîvala li Qada Festplatz Gleîsdreîcek am Sudrîng a Bîelefeldê hate kirin, Federasyona Yekîtiya Êzidiyan a rêxistina Ewropayê, Navenda Yekîtiya Komelên Êzidî (NAV-YEK), Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJE) Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) û gelek saziyên Êzidî tevlî bûn.

Girse satên piştî nîvroyê berê xwe dan qada festîvalê.

Li qada festîvalê biyografiya jinên ku ji destê DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin hate hildan. Nav û wêneyên wan ên bi şifre hatibûn xêzkirin, bûyerên hatin serê wan li ser afîşan hatibûn vegotin.

Li ser dikê jî pankartên ‘Xweseriya Şengalê, azadiya civaka Êzidiyan e’ û pankarta Mam Zekî Şengalî hatibû hildan.

Festîval bi rêzgirtinê destpê kir. Destpêkê li ser navê Komîteya Amadekariyê axaftin hate kirin û bi dorê ve Hevseroka NAV-YÊK Çîçek Yildiz û Yilmaz Guney, Seroka Şaredariya herêma Bîelefeld-Brackwedeyê Regîna Kopp-Herr, endama MŞD’ê Şêx Lûqman, Endamê KNK’ê Mecît Heso, Keşeyê Xiristiyan Jochen Reîdegeld (Bîstûm-Manastr) Malbatên Şehîdan jî derketin ser dikê. Dîsa peyama xwişka Mam Zekî Şengalî ê di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû, Xezal hate xwendin.

Her wiha ji bo festîvalê peyameke bi deng a endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî hatibû şandin û guhdarkirin. Di dorê ve Hozan Şemdîn, Koma Bilûrê ya Zarokan Lehrte, Hozan Xemdar-Harîman, Helbestvan Hecî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Qoroya Ciwanên NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Koma Foklorê ya Zarokên Rojê derketin ser dikê.