Federesyona 78’an 16 şoreşger bi bîranîn
Federesyona 78’an 16 şoreşger bi bîranîn
Federesyona 78’an 16 şoreşger bi bîranîn
Federesona Şoreşgerên 78'an şoreşgerên di navbara 1970 û 80 de di meha Cotmehê de hatîn bidarvekirin û qetilkirin bi bîr anîn.
Di kesayeta Necdet Adali yê ku ji berî 33’ê salan de ji aliyê cuntaya 12’ê Îlonê ve hatî bidarvekirin û16 şoreşgerên hatîn qetilkirin ji aliyê Federesona Şoreşgerên 78’an ve hatin bîranîn. Di 8’ê Cotmeha sala 1978’an de endamê Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) Serdar Alten, Hucran Gurses, Efrahîm Ezgin, Latîf Can, Osman Nurî Uzunlar, Faruk Erzan û Salih Guvence li Enqerê li Bahçelîevlerê ji aliyê kujerên faşist ve hatîn qetilkirin hatin bibîranîn. Federesonê got: “Li ser vê komkojiyê re 33’ê sal derbes bû, lê heya niha hesab ji kujeran ne hatiye pirsîn. Kujer piranî hatin paristin, hatin karanîn û pakêta derezandinê ya AKP’ê ya efoya fişistê yên din jî berda.”
Federasyonê , Îlyas Hasê di 7’ê Cotmeha 1984'ande li Girtîgeha Girtî ya Îzmirê Bucayê hatî infaz kirin, Xidr Aslanê ku 25’ê Cotmeha 1984'ande li Girtigeha Girtî ya Bûrdûrê hatî bidarvekrin û Serdar Soyergînê ku di 26’ê Cotmeha 1980’an de li Girtîgeha Edeneyê hatî bidarvekirin bi bîranîn.
Fedresona Şoreşgerên 78’an wiha da got: “Hevalê Necdet li ser vê axê 33 sale şer heye. Di vî şerî de 50 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Polîtîka înkar û tinekirînê qet ne hat guhertin. Ev şer wisan herîmî ku ji çekên kîmyawî heya komkojiyên komî, kujerên nediyar zarokê 8 salî, 9 salî, 12 salî qetilkirin, vegeriya coxrafiyayekî ku wek girtigehekî nîvê wê vekirî. Ne dikarî bi zimanê xwe bi axivî, nejî dikari çanda xwe bidî jiyan kirin. Li ger wan daxwazên aştiyê dest vale vedigerîn. Tam di vê demê de me Necdet Adali wan dît. Yên ku serê xwe li himberî zilmê natewînin me dîtin. Berxwedêr dîtin. Niha dixwazin hêviyên xwe yên aşitiyê bidin jiyan kirin.”