Derhênerê Belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ Veysî Altay ku li ser windayan û xizmên wan ev fîlm kişandiye, bal kişand ser êşên dayîkên Botanê û got: “Ev qas êş nabe. Tu kesî qasî dayîkên Botanê, bi taybet jî yên Cizîrê êş nekişandiye. Ji ber wê jî ger mafek hebe, Kurdistanekî azad hebe zêdetirê mafê dayîkên Botanê ye.”
Parêzvanê Mafê Mirovan, Hunermendê Wênekêşî û Derhênerê Sînemayê Veysî Altay, der barê Belgefîlma xwe ya ‘Faîlî Dewlet’ ku di çarçoveya 3’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman de hat nîşandan ji ANF’ê re axivî. Altay, di hevpeyvînê de zêdetir li ser êşa xizmên windayan û dayîkên Botanê sekinî. Her wiha Altay, darizandina Cemal Temîzoz û yên din jî şîrove kir û got ku AKP nikare berpisyarê van kuştinan bidarizîne.
‘EV FÎLM YA DEWLETÊ YE’
*Beriya niha jî we bi navê ‘Em ên Wenda’ li ser wenda û xizmên wan pêşangehek wêneyan amade kiribû. Gelo em dikarin bêjin ev belgefîlma ‘Faîlî Dewlet’ jî xebatekî berdewama van wêneyan e?-Gotinek heye; fermandarekî Hîtler tê cem Pîcasso li ser resima wî ‘Guernîca’ dipirse dibêje ‘Te ev resim çêkiriye’. Pîcasso dibêje ‘Ev resim yê we ye, we çêkiriye. Ji ber ku we ev qas mirov kuştine. Ev jî resima we ye. Min tenê xêz kiriye’. Ez jî dixwazim ji bo vê fîlmê wisa bêjim ku ev filîm ya dewletê ye. Dewletê ev wêne derxistiye holê. Ev 30 sale kurd têkoşîn didin. Berê ji ber ku her kes ‘Tirk bû’ pirsgirêk dernedikeft. Piştî ku kurdan dest bi kurdbûnê kirin, gotin ‘Em kurdin ne tirk in, zimanê me çanda me û hebûna me cuda cuda ye’. Wê demê dewletê got ‘Na divê hemû kes bibe tirk’. Ji bo wê jî neheqiyek mezin, binpêkirinek mezin li hemberî kurdan destpê kir. Di vî şerê de gelek maf hatin binpêkirin.
‘ÊŞA HERÎ MEZIN YA WENDAYAN E’
Tiştên herî bi êş wendehî ne. Mirov nikare di navbera êşan de cudakariyê bike. Tên kurê te, xizmên te, zarokên te, bavê te, jina te, bavê te li ber çavê te hildidin dibin. Lê tu nizanî kuştine ne kuştine, şewitandine an ne şewitandine, miriye an zindî ye. Ê! nabêjin me kuştiye jî an jî dijî. Ew êş wisa dimîne. Êşek demdirêjiyê her tim dijî. Ji ber vê xizmên wendayan êşek demdirêj dijîn. Êşek gelek mezine. Gava mirov çîrokên wan guhdar dike, bi rastî mirov gelek diyêşîne. Car caran ez çîrokên wan guhdar dikin. Hinek wana ev bi salane deriyê malên xwe vekirî dihêlin. Hinek wana telefonên xwe qet naguherin. Bajarê xwe biguherin jî telefonan naguherin. Hinek dama dimirin, dibêjin ‘Min li goristana bêkesan veşêrin. Bêlki xizmê min ê wenda jî li wir hatibe veşartin. Belkî ez li cem wî werim veşartin’. Ji ber ku kuştina xizmên xwe bi çavê xwe nedîtine her tim li benda wan dimînin. Bi boneya vê êşa wan her tim zêde dibe. Lê ji bilî êşa wan jî têkoşînek wan jî heye. Belê dewletê xizmê wan kuştiye, winda kirine. Encax ew li hember vê li cihê xwe nerûniştine. Ev 10-15 sale Dayîkên Şemiyê têkoşînek bê hempa û bi rûmet didin. Her çiqas têkoşîna Dayîkê Şemiyê ya li ber Amadeyiya Galatasaraya Stenbolê li ber çav be jî tenê ev nîne. Li Cizir, Êlih û Amedê jî xizmên windayan heman têkoşînê didin meşandin.
‘EZ DÊ LI SER HIZBULLAHÊ BIXEBITIM’
*Gelo piştî fîlma ‘Faîlî Dewlet’ tu projeyên din ên we hene?-Wê berdewama vê xebatê were. Ji ber ez êşa Dayîkên Şemiyê ji xwe re wekî deynekî dibînim. Parvekirina êşa wan bi cîhan û derdorê re ji bo xwe wekî deynekî dibînim. Ji bo wê jî beriya niha jî min behs kir. Xebatekî min ê 10 salan hebû. Dema ez li ÎHD’ê bûm min wêneyên dayîkan dikişand. 2011’an de min albûmek wêneyan û pêşengehek amade kir. Berdewama wê jî ev fîlm bû. Wê berdewama vê jî were. Dixwazim li ser vê biçek kûr û hûr bixebitim. Piştî vê dixwazim ez li ser Hîzbûllahê projeyekê çêbikim. Hizbûllahê li Farqînê komkujiyên herî mezin kirin. Lê Hizbûllah ne tenê serê xwe bû. Dewletê di warê aborî, çek û derfetên din de piştgirî dida Hizbûllahê. Bi vî avayî wê demê şerekî birakujî dest pê kiribû. Min di vî warî de çîrokên wisa guhdar kirin ku hişên mirov disekine. Tu dibêji ‘Na ya tiştek wiha çênabe’ Wekî mînak di nava Hizbûllahê de yekî biryara înfazkirina bavê xwe daye. Ez dixwazim piştî vê xebatên li ser vê mijarê bi domînim.
‘EZ DI VÎ ŞERÎ DE ALIYEK IM’
Ez di vî şerî de û di vê mijara windayan de xwe wekî aliyek qebûl dikim. Ez aliyê dayîka me, aliyê têkoşîne me. Ez aliyê wan kesên ku tu tişt nemaye dewletê neaniye serê wan im. Ji bo wê jî heta ji destê min were ez dê qirêjiya dewletê deşîfre bikim. Armanca min ev e.
‘EZ GELEK HESTEWAR BÛM’
*Îşev yekem car fîlma we li Amedê hat nîşandan gelo we çi hîs kir?Tiştek balkêş e. Niha ez bi xwe bi xwe jî dipirsim. Qasi salekiye ez vî karî dikim. Bi sedan caran min ev fîlm temaşe kir. Dîsa min gelek çîrok jî guhdar kirin. Bi rastî bandorek jî li ser min çêbû. Lê ez qasî îro hestewar nebûm. Bandorekî ecêb li min kir. Nizanim çima. Belki jî ji ber min xwe wekî temaşevanekî dît. Ez ketim nava kelecanekî. Giriyê min hatin, ez giriyam. Ev qas êş nabe. Ji ber wê jî dayîkên Cizîrê bi taybet dayîkên Botan, kesî qasî wan êş nekişandiye. Mafek hebe, Kurdistanekî azad hebe zêdetirê mafê dayîkên Botanê ye. Bi rastî jî êşên wisa kişandine ku êdî nayê gotin. Divê em dengê wan bilindtir bikin. Ev deynê me parazwanê mafê mirovan e. Dema mirov van çîrokan guhdar dike tu wateya axaftinên li Stenbolê yên rewşenbîrî namîne.
‘HIN WEZÎRÊN AKP’Ê SUCDARÊN VAN KUŞTINAN IN’
Ez di dawiyê de, dixwazim tiştek wiha bêjim. Niha piranî navê Cemal Temîzoz derbas dibe. Lê ev ne pirsgirêka Temîzoz e. Ev pirsgirêka dewletê ye. Dewletê ferman daye û piştgirî daye wan. Ev kes bi wan daye kuştin. Kî kuştibe bila bikuje, dewletê ev mirov kuştine. Divê hesaba vê jî dewlet bide. Îro Temîzoz tê darizandin lê, dewletê ev dernexistiye holê. Kesekî di nava tora wan de nameyek ji dozger re şandiye û dozger neçar maye ku doz veke. Ji bilî Temîzoz jî ji ber van kuştinan ji xwe tu kes nayê darizandin. Ev lîste 12 kes bûn. Ji van 12 kesan 8 kes tên darizandin. Lê ne ji ber van kuştinan, ji ber darbekariya li hember AKP’ê tên darizandin. Ji xwe AKP nikare wan bidarizîne. Lewra çend wezîrên AKP jî xwe sucdarê vê mijarê ye. Hem sucdarên van bûyeran bin hem jî bêjin em ê van bûyeran darizînin. Sextekariyek wiha nabe. Her tim navê van derbas dibe. Em dibêjin, dayîkên şemiyê dibêjin, ev kes, ev kes berpisyarên van kuştinanin, lê ev kes niha wezîrê AKP’ê ne. Mehek beriya niha em ji bo gora komî çûn Kerboranê. Di 95’an de 7 kes kuştine û li wê derê bi komî veşartine. Berpisyarê vê bûyerê wê demê fermandar bû niha teqawît bûye û li Gumuşluga Bodrumê şaredar e. Yek berpisyar jî li Sêwasê ji Partiya CHP’ê şaredar e. Çend heb wezîrê AKP’ê jî wisa hene. Lê ew dê hesab bidin. Dayîk dê vê hesabê ji dewletê bipirsin.
Veys’ Altay kiye?Veysi Altay parazvanê mafê mirovan e. Ev qasî 15 salan e ez di nava xebatên parastina mafê mirovan de cih digirim. Min demekê di ÎHD û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de cih girt. Niha jî li ser binpêkirina mafê mirovan belgefîlman dikişinim. Zêdehî ji bo çêkirina arşiva hişê dixebitim û car car jî wênekêşiyê dikim.