Eyaz Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn

Yek ji hunermendê Kurd ê nemir Eyaz Yûsiv Zaxoyî li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn.

Hunermend Eyaz Yûsiv Zaxoyî yê ku di muzîka Kurdî de di navbera modern û klasîk de pir e, li Zanîngeha Rojava hate bibîranîn.

Bibîranîn ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hate lidarxistin. Hunermend, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên sazî û dezgehên herêmî jî di nav de gelek kes tevlî bibîranînê bûn.

Hate diyarkirin ku wê plaketa Eyaz Yûsiv Zaxoyî ya ku ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatibû amadekirin wê pêşkêşî malbata hunermend were kirin.

Di dawiya bibîranînê de stranên Eyaz Yûsiv ji aliyê hunermendên ji Rojava hate strandin.