Eyalet û komunên li Elmanya ji bo penaberan pareke bêtir dixwazin

Eyalet û komunên li Elmanya ji bo penaberan pareke bêtir dixwazin

Li Elmanyayê ku di serlêdanên penaberiyê de kêm maye rekora 20 salên dawî bê şikandin, ji ber pirsgirêkên stargeh, perwerde, tenduristî û xwedîkirin ên penaberan, barê malî jî zêde dibe. Eyalet û komun ji meqamên federal dixwazin ku hîn bêtir desteka madî bidin wan.

Li Elmanyayê di 9 mehên destpêkê yên vê salê de, nêzî 117 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. 19 hezar kesên beriya niha serlêdana wan hatin redkirin jî mafê serlêdana duyemîn (Folgeantrag) bikar anîn. Hejmara penaberên hatine welêt, kêm maye rekora 20 salên dawî bişkîne. Li Elmanyayê herî dawî di sala 1995'an de 127 hezar 937 serlêdanên penaberiyê û 39 hezar jî serlêdanên cara duyemîn hatibûn kirin. Herî kêm jî di sala 2008'an de serlêdan hatibû kirin ku wê salê 22 hezar serlêdanên nû, 5 hezar 933 serlêdanên duyemîn hatibûn kirin.

Tê payîn ku hejmara penaberên îsal serlêdan kirine heta dawiya vê salê bigihêje 230 heta 250 hezarî.

EYALET Û KOMUN JI ALIYÊ BERSIVA LI LÊÇÛNAN VE ZEHMETIYAN DIKŞÎNIN

Ji ber ji salên 2000'î û vir ve hejmara penaberan kêm bû û di nava 3 salên dawî de ji nişka ve qat bi qat zêde bû, pirsgirêkên penaberan ên weke stargeh, perwerde, xwedîkirin û tenduristiyê jî giran bûn. Zêdebûna hejmara penaberan û lêçûnên wan, lihevnekirinên di navbera hikÛmeta federal û rêveberên eyalet û bajaran careke din xistin rojevê.

Rêveberiyên eyalet û bajaran (komunan) dixwazin ku ji Budçeya Federal pareke bêtir ji wan re bê veqetandin û bi vî rengî barê wan ê madî bê parekirin. Li gel pirsgirêkên madî, kêmasiyên cidî yên di warê pêşwazîkirin û bicihkirina penaberan de, balê dikşînin.

Sekreterê Federal ê Serokwezaretiyê Peter Altmaier ku di statuya wezaretê de ye, roja Pênceşemê bi sekreterên eyaletan ên serokwezaretiyê re rûnişt, pirsgirêkên ji ber pêla penaberan derketin holê û parvekirina lêçûnên wan nîqaş kirin, hewl dan di vî warî de li hev bikin. Rêveberiyên eyaletan bi israr xwestin ku ji Budçeya Federal ji wan û komunan re pareke bêtir bê veqetandin.

Her çend meqamên federal ji serlêdan û belavkirina penaberan berpirsyar bin jî, kampên destpêkê yên penaberan, di bin kontrola eyaletan de ne.